Xizan Þîlan : Ji bo bîranîna, Wedat Aydin - MÝRÝNA BEXTEWAR –

Wext: Tuesday, 17.July. @ 00:00:00 CEST

Mijar:

  • Min navê xwe ji axa welatî, ji destên qeliþî, ji enî û serçavên bi xwîdan, ji axîn û nalîn û stranên dayikan, ji çemên mîna Diclê û Feradê dinalin, seri radikin diqêrin û diherikin, ji karker û gundiyên xwe, ji dîroka xelkekî bindest û hejar, ji xwîna mirovên wek egîdan, ji gelekî tî, tiyê azadiyê wergirtiyê min navê xwe.
  • Min paþnavê xwe ji tîrêjên tavê ku di berbanga sibehê de tariyê ronî dikin, ji þewqa heyvê, ji stêrkên ku li asîman di tarîtiya þevê de diçirisin, ji þewqa zanînê, ji çavên ku rastî û ronahiyê dibînin, ji zimanên ku nayên qeyd û bendkirin wergirtiyê min paþnavê xwe.


    Werin em tevde û wekhev biqîrin. Nîþan bide egîdiyê, ev meydan a þêran, hilîne heyfa bav û kalan, jêke zimanê rovî û çeqelan, ava bike warê þêr û mêran. Bi eynî hest û hesretê, bi eynî sewdayê diperpite dilê me. Em yekdilê axekê ne. Dest bidin hev, hîs û daxwaziyên xwe bikin tev. Ev çi rik û nefret e, ev çi axatî û begitî ye, cudebûn û dawayê xwînê ye ? Ev ne dûr e, aha li kêleka me ye evîna welatê min. Ala kesk û sor û zer, dîlan û strana min. Ez niha bextewar im bi mirina xwe û bi navê welatê xwe þehîd ketime. Eger rojekê mirina te bibe, bila di riya wê de be. Riya azadiyê ya birûmet....

    Ev diyar diyarê me ye, diyarê Bekiran û ronakbîran. Ez jî parçeyek ji nava dilê Diyarbekirê diçirisîm wek agirê azadiyê. Di navbera heft deriyên Kelê de, ber bi ronahiyê ve.... Ev mij û dûmanê ewrên reþ ku xwe dagirtiyê ser bajarê Diyarbekirê dê bidire, biqeliþe û tune bibe bi saya þewqa ronahiya Aydinan, zana û ronakbîran.

    Eger tu gulleya xwe a yekemîn berdî û biteqînî di serê dijmin de, ez ê bibhîzim hevalo di nava gora xwe de. Ev gulleyên bi xiyanetî di mêjiyê min de hatibûn berdan dê bînin bîra min.

    Eger tu bi çoyê þivan û gavanan, wekî sîwarê hespê bajoyî ser dijmin, qirr û talan bikî ez ê bibhîzim hevalo di nava tirba xwe de. Ev þaxên darên ku li hêla gora min ber bi çaraliyan ve xwe dihejînin dê bînin bîra min.

    Eger tu bi kevirê destê xwe serê dijmin biþkênî û biqeliþînî, ez ê bibhîzim di nava tirba xwe de. Ev kevirê nemir ku li ser gora min hatiyê danîn dê bîne bîra min. Ez ê dîsa þa û dilþad bibim hevalo bi mirina xwe.

    Eger tu digel gelê min, bihev re wekî çiya û zinaran bi yekdil û yekmil, bi yekdest û yekmist li hember dijmin rawestî, ez ê bibhîzim hevalo di nava gora xwe de. Ev dilên þervanên azadiyê yên qehreman û nemir ku di navbera çiyan de raketine û hatine binaxkirin dê bînin bîra min.

    Eger tu rojekê li ser ev axa azad, bi serbestî dest bi reþandin û çandina zeviya xwe bikî, ez ê bibhîzim di nava gora xwe de. Ev bîhna gulên kesk û sor û zer ku li ser axa gora min dibi?kivîn û rehê xwe ber bi dilê min ve berdide dê bînin bîra min. Ez ê dîsa bextewar bibim hevalno bi mirina xwe.

    Min li ber çirûskên þewqa ilmê got ev rastiya. Min pêþkeþ kir ramanên xwe yên ronakbîrî û ji bo azadiya welatê xwe bexþandibû canê xwe. Agirê dilê min dê dîsa gurr bibe û biperpite di bin axa min de.

    Eger tu ala xwe bihejînî li ser axa þaristaniya Kurdistanê, ez ê bibhîzim di gora xwe de. Ev þaxên daran ku li hêla min xwe dihejînin dê bînin bîra min. Ez hê dijîm di dilên we de, li ser ev axa delal. Çawa ku jiyaneke bextewar hêvî dikim, mirineke bextewar jî hêvî dikim heval û hogirên min.


    Stockholm, 08. 08. 1991
    Xizan ?îlan

    xizan_silan@hotmail.com
    Dema we?ana helbestê, 17. 07. 2007


    Xizan ?îlan

    Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

    http://www.pdk-xoybun.com

    http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


    http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


    http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg


    Kurdistan Welatê Kurdaye ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !








  • Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
    http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

    Bo ev nûçe navnîþan:
    http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=News&file=article&sid=7385