Xêro Bacinî : Sazkirina Partîyek Êzîdiyan.

Wext: Saturday, 14.July. @ 00:00:00 CEST

Mijar:

Sazkirina Partîyek Êzîdiyan.

Kurdistaniyên hêja !

Berî ku Êzîdî partîyek siyasî saz bikin hewceyîya wan bêhtir bi çêkirina yekîtîya wan û avakirina navendek serbixwe, demoqrat û hemdem heya. Bes mixabin di van demên dawî de di nav civaka Êzîdî de dengek belav dibe. Ev dengê ku bilind dibe û hêvîyên xwe girêdayî sazkirina partîyek Êzîdîyan dike, li gorî dîtina min xeletîyek mezin e.

Meriv nikare gava duyemin berî ya yekemin bavêje. Ya yekemin ewa ku meriv nikarê ol û dewletê bike yek. Cudakirina van herdu faktoran di avakirin û pey re birêvebirina welatek demoqrat de xalên herî girîng in.

Cawa ez sazkirina partîyek Êzîdî xeter dibînim, bi wî awayî jî ez partîyên ku niha ser navên olên din, her ku çi ol be, hatina sazkirin jî weke þopek rêlibergirtina hemdemkirina Kürdistanek demoqrat de dibînim.

Hebun û netêkçuna Êzîdîyan tenê bi sazkirina partîyekê nayê parastin. Yekemin divê Êzîdî tifaqa xwe bidin destnîþan kirin û têkevin nava xebatek ku tenê li ser berjewendîyên civaka Êzîdîyan hatî fokuse kirin. Ji bo vê yekê jî di rêza yekemin de dive agahîyên bêalî û bêmanîpulekirî werin ragihandin. Di warê ragihandinê de Êzîdî heta niha mixabin nebune xwedî maf.

Ji bilî çend malperan ( ew jî ji hêlên cend sazîyên siyasî ve tên þuxlandin ) hê deng û ramanên Êzîdîyan nehatî ragihandin. Eger ku Êzîdî bibuna xwedî kenalek televizyonê wî çaxî wê rê li ber agahîyên þaþ û desinformasyonê bihata birrîn û wê çêtir bikarîbuna yekîtîya xwe saz bikin.

Bo encamdayîna vê armancê rola Êzîdîyên li ewrupa pir mezin e. Ji ber ku ew ji Êzîdîyên her hêlên din î cîhanê bêhtir di warê ekonomîyê de qewîntir in. Eger ku ev armanc bihate bidestxistin wê demê ewê bibuya stûna avakirina navendek serbixwe, demoqrat û hemdem.

Îdî Êzîdî jî wê bibuna xwedî maf ji ber ku deng, gilî û daxwazên wan wê li tevahîya cîhanê bihata bihîstin. Tukesî wê nikarîbuya xwe ji bin wê bandorê xilas bike.

Danûstandinê her dewletên Êzîdî lê dijin wê bo Êzîdîyan bi awayek hîn pozîtîv bihata meþandin. Êdî wê hewceyîya Êzîdîyan bi partîyekê qet nemabuya.

Bi silavên germ

Xêro Bacinî

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf

http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg

http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg


Kurdistan Welatê Kurdaye ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !








Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo ev nûçe navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=News&file=article&sid=7382