FÛAD SÎPAN : DEWLETA TÝRK Û DTP !

Wext: Friday, 29.June. @ 00:00:00 CEST

Mijar:

Kurdistaniyên hêja !

Dewleta Tirk li hemberî gelê Kurd helwesta xwe na guherîne, wisa pijiyiye di ser de jî Kurdan dike berpirsiyarê neçareseriyê. Tirk ji guhertinê tiþtekî tenê dizanin, ew jî ew e ku divêt her kes bibe wekî wan û ji dewleta Kemalîzimê û leþkeran re xizmetê bike.

Lê êdî kirîzê bi nava dilê dewleta Tirk girtiye, bi gotineke din mirov dikare bibêje, agir bi daw û derlingên wan girtiye. Dewleta Tirk ji dema hilbijartina serokkomar de heta niha xwe ji kirîzê xelas nekiriye, wisa tê xuyakirin dê ne wiha hêsan be jî ku Tirk xwe ji kirîzê xelas bikin. Roj bi roj kirîz kûr dibe.

Tirk dîsa wek her dem bi tehdîda leþkeran xwe ji kirîzê xelas dikin, loma bi sed hezaran leþkerên xwe birine ser sînorê Baþûrê welatê me, pirovakasyonan çêdikin û bi bombebarana gundan û her roj bi gefên nû dixwezin xwe ji kirîzê xelas bikin. Tirk xwe diavêjin ber bextê Amerîka û YE ku ew destûrê bidin wan û ew jî bikaribin êriþî Kurdistana Azad bikin. Lê ti kes bi gotina wan nake. Tirk ji bêaqiliya siyaseta xwe þok li ser þokan derbas dikin. Hiþ û aqil di serên wan de nemaye, hemû siyaseta xwe di dijminahiya Kurdan de kilît kirine. Gotineke pêþiyên me dibêjin “Aqil taca zêrîn e, li serê her kesî nîn e” Heger aqilê Tirkan heba dê neketina vê rewþê ku êdî nikarin ji nav derên. Lê dewleta kûr-nehênî, yanê bi gotineke din, generalên Tirk ji kêmaqiliya gelê xwe îstîfade dikin.

Bê guman dewleta Tirk li hemberî gelê Kurd bi niyeta xwe ya bi kirêt bi ser neket, lê mixabin di pê ewqas bedelên mezin, ewqas þehîd û keda bi mîlyonan Kurd jî heta niha xwe negihandin armancên xwe yên rewa. Tirkan beþek ji desthilatdarên tevegera Kurd li Bakur xistine bin kontirola xwe û tevgera Kurd lewitandin. Heger tevgera Kurd nehata lewitandin, kesên wek Aysel Tugluk û yên wek wê nikaribûn bi paraþûtan ji ezman werin bibin desthilatdar û zimanê xwe li ser Kurdan dirêj bikin, Kemalîzimê û peymannameya, sondxwarina (Misak-i Milli) biparêze û hestiyariyên Kurdan birîndar bike. Tiþtên Aysel Tugluk dibêje dûrî ehlaqê mirova ye. Aysel Tugluk ji bo qatîlê Kurdan yê herî mezin Mistefa Kemal di rojnama Tirk Radîkalê de ( 28.05.2007 ) wiha dibêje “Helwesta wî ya dîrokî mezinbûna wî xwe nîþan da û hîn jî xwe nîþan dide. Ew kesekî ebedî ye. Ew ji bo netewbûnê bingehek e.”

Aysel Tugluk û kesên wek wê dê ji bo van xerabiyan bi gelê Kurd re di dîroka Kurdan de wek lekeya dîrokî bimînin. Mixabin tevgera Kurd li Bakur hê jî xwe ji siyaseta lewitanidinê xelas nekiriye, wê bi îsrar diparêze. Di ser de jî kesên wek Aysel Tugluk li Amedê di rêza yekem de bi Xelat dikin, wê dikin namzetê serbixwe. Ev helwesta li hemberî gelê Kurd bê rûmetî ye, ji neyarên Kurdan re xizmet e. DTP bi Aysel Tugluk re li ser tevgera Kurd kapan diavêje û mirov dibêje qey tevgera Kurd û gelê Kurd milkê bavê wan e, ku ew li ser Kurdan ewqas lîstikan çê dikin. Gelo qet kesekî bi fam û feraset di nava desthilatdarên DTPê de tine ku bizanibe dewleta kûr wan bi çi sosiretî bi kar tîne? Madem ku Aysel Tugluk û yên wek wê Kemalîzimê û Misak-i Milli û Mistefa Kemal diparêzin, dikin serokê xwe yê ebedî çima hatine ketine nava Kurdan û bi navê Kurdan diaxivin. Bila ji kerema xwe herin nava faþîst û þovenîstên Tirkan kar bikin, ku Kurd jî rûyê wan yên rûreþ nas bike.

Divêt Kurd ti carî van gotinên bav û kalên me ji bîr nekin, “Neyarên bavan nabin dostên lawan” Kirinên Tirkan li hemberî gelê Kurd aqilê mirovan disekinîne. Gotinek pêþiyên Tirkan heye û dibêjin “Bir dil bir insan” ( Zimanek miroveke ) yanê bi dîtina Tirkan kî zimanekî bizanibe miroveke, kî du zimana bizanibe du mirov e û hwd. Lê van gotinên Tirkan li cem Tirkan ji bona Kurdan derbas nabe, çimkî Tirk Kurdan wek mirov nas nakin. De hela bala xwe bidinê çima serokê þaredarê Sûra Amedê Abdullah Demirbaþ ji zimanê Kurdî re xizmetên baþ dikir, dadigeha bilind ya Tirkan di 14ê vê mehê de ew û endamên meclîsa Sûrê ji karê wan avêt. Goya dadigeha Tirkan ya bilind di biryara xwe de wiha dinivîsîne ”Seroke Þaredariya Surê Abdullah Demirbaþ, biryara þaredariyeke pirzimanî daye. Ev biryara pirzimanî ya þaredariyê li dij qanunên Tirkiyê ye, li dij qanûna bingehîn a Tirkiyê ye û Tirkiyê perçe dike.” Çavkanî malpera, http://www.netkurd.com/nuce.asp?id=7609

Divêt Kurd ti carî bi gotinên vala û bê bingeh, ku bi salane ji aliyên pir Kurdan ve jî tê gotin, ku goya Kurd û Tirk biran e bawer nekin. Biratî bi qirkirina gelê Kurd, bi þovenîzmê, faþîzmê, asîmîlasyon û înkariyan nabe. Biratî bi çirto û virtotî nabe.

Divêt Kurd jî êdî aqilê xwe topî serê xwe bikin, dengên xwe bi xurtî bilind bikin, ji bo mafên xwe, li dijî qedexebûna zimanê xwe bi girseyî derên meydanan û hilbijartinên Tirkan boykot bikin, nehêlin Kemalîstên eþkere û yên veþartî bi navê Kurdan biaxivin.

Ez di dawî de ji Navenda PENa Kurd tika û daxwaz dikim ku vê biryara dadigeha Tirkan li hemberî zimanê Kurdî têxe rojeva xwe û hemû PENên cîhanê li ser vê mijarê agahdar bike.


Almanya, 18. 06. 2007

FÛAD SÎPAN ( AKPINAR )

fuadsipan@yahoo.de

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf

http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg

http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg

Kurdistan Welatê Kurdaye ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !








Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo ev nûçe navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=News&file=article&sid=7353