Ezîz Xemcivîn : Gunehkarê ! Diyarî : Benaz, þewbû, Du a û xwiþkên wan.

Wext: Friday, 29.June. @ 00:00:00 CEST

Mijar:

Gunehkarê !

Dilê sert bi kuç û kînê birînê derman dike,
"agir bi agir" divemirîne.*
Dilê bê çav di koraniyê de gemara reþbîniya xwe dadiweþîne. . ! !
Dilê zordar dahfikan li ber perwaneyên þeyda datîne. . ! !
Dilê Jehremar kiryarên jehrînî di-afirîne. . ! !

Rojeke girînî ye,
gulên baxçê me ji stemê lavê dikin,
ji stemê hêvî çî ye ? ?
Rojeke xwînî ye,
pakîzadeya merovatiyê birîndar e..*

Çemê xwîna zelal bi xemsariyê re diherike..
Bisk û guliyên zeriyan dibin tovê fîxan û hewara binefþên evînê..

Ne doya me bar dike,
ne çoyê hildayî li ser piþta mehînan sar dibe..*
Ne mêranî tekûz dibe,
ne namûs ji laþ ve dibe..
ne perîk ji ser serê mêr xwar dibe. . ! !

Mêr im,
bikim nekim mafdar im. . ! !
Mîrê civatê ez im..

Gunehkarê
tenê di nivînê de
Ji te hez dikim û di çavên xwe de te diparêsim..

Gunehkarê
tu þahiya min î,
Ez þahê te me,
Gunehkarê tu çira þevên min î
Ez veþartokê xewnên te me.

Gunehkarê
bihnên xweþ ji wê gulistanê divêm..
te bihn bikim
bera tenê bihna te li zindanê jîn be ..

Xwe?iya te di sînorên min de çiqas xwe? e..
bi "aqilê xwe tu mû diqelêþî"*
azadî te dike mêvana goristanê. . ! !

Gunehkarê
eger tirsok im
bi tirsa xwe dê te bitirsînim..
Çendî hêzdar û zanyar bî
te li hember xwe nabînim;
Serketina te
têkçûna rûmeta min e . ! !

Sinbêl boq im,
were were
destê te bigirim were..
te bikirim, te bifiro?im,
mîr û amîr im
ji berxika xwe hez dikim. . ! !

Were.. were
Pisîka pênûsa min nûzenûzê dike
kenê te li ser masê ye
ax… çi þîv e..
bi hiþtin û kuþtinê dil hênik dike. . ! !

Gunehkarê
çiya sar e..
divê bibêjim
di germa hembêza newalên hêmin de
ser diçimîne,
ji payebilindî nayête xwarê. . ! !

Çiyawo
li ser þerbeta bayê jînê,
çengan veke..
xurînê biþikîne. . ! !

Çiyawo
ji kovanên ewran
gunehkarê biparêse..
Tu pola bî,
req û tund bî
maka zayîn û evîna te mê ye..


Dubey, 16. 06. 2007
Helbest : Ezîz Xemcivîn
Dema weþana helbestê, 29. 06. 2007
Têbinî : Ev helbest di malpera Avesta da jî hatiye weþandin.





Ezîz Xemcivîn

xemcivin@hotmail.com

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg


Kurdistan Welatê Kurdaye ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !








Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo ev nûçe navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=News&file=article&sid=7351