Seydayê Dilmeqes : LALEÞ ...... !

Wext: Saturday, 16.June. @ 00:00:00 CEST

Mijar:

Heyst Helbestên Seydayê Dilmeqes !

LALEÞ

Min got ez ê rabim êdî herim
Yarê ji min ra got; ez jî werim

Min got em ê herin ser Laleþe
Em ê bînin Mishefa pîroz a reþe

Hêvî heye birîna te bibe baþe
Yarê got êþa min wek rîþa reþ e

Xwîna wî carnan spî carnan reþe
Îþê xwe berdaye cerg û hinave

Bawer nakim birîn bibe baþe
Rojek me derbas nebû bi þadî

Ew jî ji dest zilma roma rûreþe
Dilê min birîn bi kêr û meqese

Dirûtin bi derzî, tayê spî û reþe
Birîna min ne yek e sed û þeþ e

Dilê min tijî bû wek ewrên reþe
Guþîn xiste ser çiya, banî û deþte

Hêstirê min wekî cobar dikiþe
Wek Dîcle û Ferad bi xûþexûþ e

Nema tebat ji destê roma terese
Ew wek rovî, hirç û gûrê stû reþe

Tim çavê wî yê birçî li xwarina
Pezê qelew, qerqaþ, sor û reþe

Tehm û lezeta wan dernakeve
Ji devê gûrê dev bixwîn û ser reþe


Seydayê Dilmeqes
Dema nivîsandina helbestê - 16. 07. 2006
Dema weþandina helbestê - 17. 04. 2007


Seydayê Dilmeqes

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg


Kurdistan Welatê Kurdaye ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !



* * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * *


AMED !


AMED

Gula min Amed, þirîn Amed
Gula Kurdistana min Amed

Tu gula sor û nêrgis î Amed
Li ber bêfila kurdan î Amed

Jîn û jiyana gelê min Amed
Bi Dîcle û Ferad dijî Amed

Gula cîhanê, serbajar î Amed
Tu bi petrol û maden î Amed

Tu xwedanê sûr û seray î Amed
Sûr û birc li gerdena te Amed

Hebandiye zana û þêran Amed
Bi þan û þeref î, serbilind î Amed

Xwedanê dîroka kevnarî Amed
Pîran, Licê, Hên û Farqîn î Amed

Di nav xwe da veþartiye Amed
Pir û gelek þêr û þehîdan Amed

Dilmeqes her þa ye bi te Amed
Wî nav xwe da xweyî kir Amed

Dijmin bû qîr û qetran li Amed
Wê rojek bi Dîcleyê biþo Amed


Seydayê Dilmeqes
Dema nivîsandina helbestê - 28. 01. 2007
Dema weþandina helbestê - 17. 04. 2007


Seydayê Dilmeqes

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg


Kurdistan Welatê Kurdaye ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !



* * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * *


BIRATIYA GÛR Û PEZ !


BIRATIYA GÛR Û PEZ !

Çawa dev ji Kurdistanê berde
Hinek dibêjin gel tev bira ne

Lê ti kes dîtiye an jî seh kiriye
Gûr û rovî bi pez re bibin birane

Demeke rom û ereb farisan
Ketin nav pez û baxçe û rezan

Ta niha bi navê mezheb û olan
Parçe kirin welatê me Kurdistan

Îro di bin navê biratiya gelan de
Didin xwarin maden û petrole

Ev nezanên ser mezin û bêhiþ
Ji destê wan ez bûme nexweþ

Çawa rizgar bibe Kurdistan ?
Bi van mejiyên nexweþ û nezan

Li Moskow digotin; gel tev bira ne
Hun dibînin îro bûne deh û þeþe

Berjewendiyên dagirkeran li pêþ e
Em dibên; wekhevî û em bira ne

Ew dibên; na hun koleyên me ne
Xebata wan tim asîmîlasyon e

Tinekirin û helandina me ye
Çû sed salan rejima wan ev e

Biratiya gelan bi hev ra nameþe
Berjewendiyên nîjadperestan li pêþe

Felek dîsa tîrên xwe reþande
Dilê min ê birîndar û nexweþe

Felek dîsa li dor min dide çerxe
Dil heye bixe bin kêr û meqese


Seydayê Dilmeqes
Dema nivîsandina helbestê - 20. 07. 2006
Dema weþandina helbestê - 17. 04. 2007


Seydayê Dilmeqes

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg


Kurdistan Welatê Kurdaye ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !



* * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * *


ZAROKTIYA MIN A AMEDÊ !


ZAROKTIYA MIN A AMEDÊ !

Gelî hevalan dixwazim xwe bidim nasîn bi we
Li Amedê ez hatim dinê li wê bûm ji dayike

Ta neh saliya xwe ez mam li Ameda rengîne
Ez bi hesreta rindayî û bedewiya sûra wê me

Sibeyan diçûme ba mela Mehmud dersa qurane
Lê nediçûm, min quran dixiste nav qelþê sure

Ez û hevalan diçûn nava bax û bostan û reze
Me didizî fêkiyê xweþ, notirvan dida pey me

Ez û hevalan pêxas tena derpê û kirasê spîne
Piþt re diçûn diketin nav çemê Dîcle yê þirîne

Li wê jî me dizî pêtix û zebeþ, qitî û þemamoke
Diketin ava Dîcle, me avjenî dikir heta êvare

Rojek kiras û derpê min dizîn, mame ûryan e
Nav Dîcleyê da em diman wek werdek û qaze

Êvar dibû min quranê hildida dihatime male
Dayik ji min dipirsî digot; tu çûyî dersa qurane?

Min digot; belê sond dixwar bi hezar qurane
Lê dayik ji min bawer nedikir diçû ba mela

Mela jê ra digot; du roj in çavê min pê neketiye
Diya min digot; Remê min bixwîne bibe însane

Bavê min digot; Remzan lê navê min Remezan e
Bavê min dest min girt, peya em hatin Norþîne

Ji bo perwerdeya xwendin û zanîna ilmê erebiye
Pêþî min naskir Ehmedê Xanî, Nûbihara biçûke

-1-

Piþt re em rabûn çûne medresa Mela Þabedîne
Perwerde li wê hîþt, hatim Ristemgedûk û kope

Min vekir dikan, kirî mal û dest avêt tîcarete
Piþt ra min çêkir otêl, navlê danî otêla Serhede

Ez bûme koçber ji destê ceþik û dewleta rome
Dema bipirsin tu ji ku yî ? Ez ji Amed û Mûþê me

Axa min hatiye vestiran ji her cîhên Kurdistane
Jibo wî bûme evîndarê welat, ew bo min evîn e

Ji min ra digotin; Remo û Remzan dayik û bave
Ji hesret û kesera welatê xwe bûme dilmeqese


Seydayê Dilmeqes
Dema nivîsandina helbestê - 15. 09. 2006
Dema weþandina helbestê - 17. 04. 2007

Seydayê Dilmeqes

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg


Kurdistan Welatê Kurdaye ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !



* * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * *


DU ÞEHÎDÊN AZADÎYÊ !


DU ÞEHÎDÊN AZADÎYÊ !

Yusif Ziya rêber û þêrê Serhedê
Ewî çand tovên jiyan û azadiyê

Yusif Ziya, Xalid Begê Cibrî hevalê
Þêx Seîd rêveberê Partiya Azadiyê

Li bajarê Bedlîsê li bin dara sê pê
Dema ku kap avêtine stû qirikê

Celat jê pirsî; gotina te ya dawî çî ye?
Nemir Yusif Ziya got; bi îdama min ra

Hat çandin tovê xerdela þîn û hûre
Nabe xilas e, wê þîn be li her devere

Dardakirina min ji we ra nabe kare
Xwîna hun dirêjin dikiþe wek çeme

Bêguman hun dê di nav da bixeniqin
Poþmaniya dawî ji we ra nabe çare

Darda kirin Ziyayê serhedî þêrê çiya
Xalit Begê Cibrî yê qehreman jî pê ra

Xeniqandin wan her du þêrên azadiyê
Belengaz û bê kesî bê hewar û gazî

Wa îro em dibînin, yek ji wan þehîda
Ew þoreþger û þehîdê nemir Yusif Ziya

Xerdela wî þîn bûye li deþt û çol û çiya
Peyda bû bi hezaran þoreþger û gerîla

Îro gîhayê xerdelê ji wan ra bûye weka
Lihêf û doþekên koçerên me yên serê çiya

-1-

Sed heyf û mixabin navê wan þehîda
Rêberê kurdan nayê bîranîn li ti cîha

Her du þehîdên nemir û birûmet dibazin
Li rêç û þopa Ehmedê Xanî seydayê mezin

Em ji bîr nakin van þehîdên qehreman
Bi tevahiya þehîdên Kurd û Kurdistan

Þehîdên welat wê her bijîn di nava dila
Em bejin ditewînin li ber þehadeta wana


Seydayê Dilmeqes
Dema nivîsandina helbestê - 07. 09. 2006
Dema weþandina helbestê - 17. 04. 2007


Seydayê Dilmeqes

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg


Kurdistan Welatê Kurdaye ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !



* * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * *


FELEK !


FELEK

Felekê mala te wêran be, wêran
Ne carek sed car wêran be, wêran

Te tim bar kir li min barên gelek
Te got tê di binî da bimeþî gelek

Te min avêt ser Dîcle wek kelek
Êzinga bar kir ser piþta min gelek

Te barê min da þewitandin, kir ar
Min jî pê ra þewitand xist pêt û ar

Ez û tu dîsa hatin gehîþtin hev, ar
Ez û tu yek in ji hev û du nabin ar

Qenciyekê mezin li min kir felek
Ez û ar ji hev û du qetiyabûn felek

Te dîsa me anî gîhande hev felek
Ez bawer nakim tu zalim bî felek

Quwetek heye te sûcdar dike felek
Min dike alet, te sucdar dikim felek

Dagirker kuþtin û zilmê dike gelek
Tim davêje stûyê mezluman felek

Ev mînak e ez dibêjim bo te felek
Ez spasiya xwe dikim li te felek

Dilmeqes te pir sûcdar kiriye felek
Lêborîna xwe dixwazim ji te felek


Seydayê Dilmeqes
Dema nivîsandina helbestê - 13. 02. 2007
Dema weþandina helbestê - 14. 05. 2007


Seydayê Dilmeqes

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg


Kurdistan Welatê Kurdaye ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !



* * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * *


ÞÎRETA KALO !


ÞÎRETA KALO !

Ferhat û Sercan þirîn in
Herdu bira jî, kurê min

Hun bixwînin mirov in
Hun nexwînin bêkêr in

Ferhat çiya qul kir wî
Xwe gihande þirînê

Bixwînin nav dibistan
Hun herin nav gulistan

Ew dem hun bibin însan
Hun nabin berdoþê kuçan

Xebera kalê xwe bikin
Hunê bibin weka þêran

Hun nebin wek pisîkan
Hun nekevin bin destan

Nemînin li ber tendûran
Birçî û stûxarê ber kûtan

Newroza we dikim pîroze
Maçî dikim her çar çave

Ez Dilmeqesê birindar
Li nav nivînim bêçar

Ez wek þêrekî birindar
Li ber rovî mame neçar


Seydayê Dilmeqes
Dema nivîsandina helbestê - 17. 02. 2007
Dema weþandina helbestê - 14. 05. 2007


Seydayê Dilmeqes

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg


Kurdistan Welatê Kurdaye ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !



* * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * *


NABIM BAR !


NABIM BAR !

Ez gelek geriyam li hekîman
Ji derdê xwe ra nedît derman

Ji min ra gotin; li nav þoreþan
Min taqet nîne herim nav wan

Dema ku ez herim nava wan
Ez kal im ez ê bibim bar li wan

Jîna xwe da ji kes ra nebûm bar
Min barê xwe li kesî nekir bar

Barê giran ser piþta min bû bar
Ez di bin da bûm kal ketim xar

Îdî bêtaqet û Dilmeqesek bêkar
Di nav nivînan da kalekî bêçar

Ez nikarim serbest bigerim yar
Îro bêçar bi gopal digerim yar

Kalîtî ne kiras e, mirov derxe yar
Biqeliþîn û biþewitîne bavê diyar

Ev kiras naqete li min dimîne yar
Heta roja mirinê bi min ra ye yar


Seydayê Dilmeqes
Dema nivîsandina helbestê - 18. 02. 2007
Dema weþandina helbestê - 14. 05. 2007


Seydayê Dilmeqes

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg


Kurdistan Welatê Kurdaye ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !








Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo ev nûçe navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=News&file=article&sid=7306