Dêrsim sala 1937
Ji xew rabûm bi çavên westayî
Li her der dikirin qêrîn û gazî
Mal wêran bûn êdî nema xanî
Roj nehilat cîhan li me bû tarî
Dayik bang dike bi dengmirî
Dijminan em kuþtin bi hovitî
Nema îro li Dêrsim kêf û þahî
av nema zûha bûn hemû kanî
Êdi dayikan bo kesî nakin lorî
dersim wêran bû û nema þadî
ne darê þîn ne gulên sor rengî
Girî û qêrî li her der rojek mirî
Para herkesî tenayî bexwedayî
Dersim ew roj kir hawar û qêrî
Kanî gelê kurd kanî ne xuyayî
Tenê Dersim ber destan mayî
Tirkan em kirin perîþan û sêwî
Ber destê qirêj çûn gelek zerî
Xwezî ew roj bima ma raketî
Mi nediya Dersim bi xerabhalî
Dersim birîna te di dil de dijî
Ji bîr nakin kurd roja reþî tarî
Her bimîne Dersim û her bijî
Wê bibîne Dersim roja azadî
Kiyaksar Temir
Rojavayê Kurdistan, Bajarê Qamiþlo
Dema nivisandina Helbestê : 19. 11. 2005
Dema weþandina Helbestê : 13. 05. 2007