
Îbrahîm Gûçlû : Di Derheqê Konferansa Kerkûkê De Doz Vebû…
Wext: Saturday, 16.June. @ 00:00:00 CESTMijar:
Di Derheqê Konferansa Kerkûkê De Doz Vebû… Kurdistanîyên hêja ! Gruba Xebatê ya Demokratîk û Neteweyî a Kurd wek tê zanîn ku biryar dabû ku di 04. 04. 2007’an de li Amedê “Konferansa Kerkûkê” pêk bîne. Di Konferansê de li ser rastiya referandûma Kerkûkê agahdarî bide û gengeþî bike. Rewþa Kerkûkê careke din li ber reya giþtî ya Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê zelal bike, agahdariyên nerast yên ku ji aliyê berpirsiyarên Tirkiyeyê û çapemenî de tên dayin deþîfre bike û derxe holê.
Lewra li Tirkiyeyê ji aliyê berpirsiyarên dewletê û çapemenî de di wê qonaxê de bi giþtî li dijî Herême Federe ya Kurdistanê û bi taybetî jî li hemberî Kerkûkê û referandûma Kerkûkê û Zagona Dewleta Federe ya Iraqê, li dijî mafên neteweya kurd êriþeke neheq û nehiqûqî didomand.
Hezar mixabin dîsa tê zanîn û ji reya giþtî re jî ji aliyê Gruba Xebatê de hat diyar kirin ku “Konferansa Kerkûkê” ji aliyê parêzgerê (waliyê) Amedê de, ji bona ku ji rastiyê dihat tirsîn hat qedexe kirin.
Piþtî qedexa parêzgerê Amedê, Meclîsa Gruba Xebatê û Komîte Amadekar ya Konferansa Kerkûkê civîneke çapamenî ya kîtlewî bi dar xistin. Di vê civînê de biryara parêzgerê Amedê hat protesto kirin, di derbarê Herêma Federe ya Kurdistanê, Kerkûkê û referandûma Kerkûkê de bîrûrey hatin diyar kirin.
Grýuba Xebatê wek sebilindî diyar kiribû, “Konferansa Kerkûkê” wek nehatibû qedexe kirin, bi sedan kes beþdarî civîna çapemenî bûn.
Li ser navê Meclîsa Gruba Xebatê û Komîteya Amadekar ya Konferansa Kerkûkê, berdevikê Gruba Xebatê Parêzer Sebahaddîn Korkmaz bîrûreyên Gruba Xebatê pêþkêþî çapemeniyê û beþdarvanan kir.
Piþtî daxuyaniya Gruba Xebatê Dozgerê Komarî Turan Gûzeloglu di derbarê Parêzer Sebahaddîn Korkaz de dest bi lêpirsînê kir. Encama lêpirsîne, di Dadgeha Cezayê ya Asliyeyê 7’emîn a Amedê de di 13. 04. 2007’an de di derheqê wî de doz hat vekirin. Dirûþmeya yekem dê di 13. 09. 2007’an de bê bi dar xistin.
Berdevikê Gruba Xebatê Birêz Sebahaddîn Korkmaz ji Xala 216/1’an ya Qanûna Cezayê de tê tewanbar kirin. Yanî gorî îdîaya dozger, Birêz Sebahaddîn Korkmaz bi daxuyaniya Gruba Xebatê, gelê Kurdistanê teþwikî serîhildanê û kîn û dijminitî kiriye.
Ji ev xala Qanûna Cezayê bi hezaran kurd hatibûn mehkeme kirin û nûha jî tên mehkeme kirin. Ew helwesta dozgerên komarî li hemberî siyasetvan û kurperwerên kurd bûye helwesteke gelek xwezayî.
Birêz Sebahaddîn Kokmaz gelek aþkere ye ku li ser navê xwe ne, li ser navê Gruba Xebatê û Komîteya Amadekar ya Konferansa Kerkûkê daxuyanî pêþkêþ kiribû. Ji bona vê bes di derheqê wî de doz vekirin ne di cî de ye û ne hiquqî ye jî. Pêdiviya bû ku di derheqê hemû endamên Meclîsa Gruba Xebatê û Komîteya Amadekar ya Konferansa Kerkûkê de doz bihata vekirin. Loma endamên Meclîsa Gruba Xebatê û Komîteya Amadekar ya Konferansa Kerkûkê bi niviskî serîlêdan li dozger û dadgehê kirin ku di derheqê wan de jî doz vebe. Dema ku dozger di derheqê wan de doz veneke, ewê beþdarî dadgehê bibin, û li dadgehê vê daxwazê bi dengekî bilind bînin ser zimên.
Ev doza ji bo endamên Meclîsa Gruba Xebatê û Komîteya Amadekar ya “Konferansa Kerkûkê” serbilindiyek e. Divê hemû kurdperwer û reya giþtî ya kurd jî, ji Doza Konferansa Kerkûkê re xwedî derkevin.
Bakurê Kurdistan - Amed, 03. 05. 2007
Îbrahîm GÛÇLÛ
ibrahimguclu@gmail.com
Dema weþana nivîsê : 03. 05. 2007
Îbrahîm Gûçlû http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg
|
|
Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com
Bo ev nûçe navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=News&file=article&sid=7292
|