'BAZAR LI SER NASNAMEYA KERKÛKÊ YA KURDISTANÎ NABE'

Wext: Thursday, 16.January. @ 00:00:00 CET

Mijar:

AVESTA beþekê ji hevpeyvîna bi serokê PDK birêz Mesûd Barzanî re, ku
rojnameya Al Hayat pêre çêkiribû, werdigerîne kurdî û diweþîne:




Mesûd BARZANÎ

Hevpeyvîn: Ghassan Þarbel
wergerandin ji erebî Dilbixwîn Dara
Piþtî serhildana 1991 tu çend caran bi
Seddam re rûniþtî?

Mesûd Barzanî: Ji carekê zêdetir.
Gelo hevdîtin gelekî zor bû? Bi taybetî piþtî Enfalan û rûxandina serhildanê?

Mesûd Barzanî: Piþtî serhildanê û pêvajoya li dû wê, fikra hevdîtinê derkete
holê. Rewþ gelekî dijwar bû. Cara yekemîn, heyeteke kurdî di bin seroktiya
mamoste Celal Talbanî de (Nîsan 1991) çû, ew li Bexdayê hefteyekê man. Piþtî
ku heyet vegeriya, ji min re gotin ku perpirsiyarên li Bexdayê îsrar dikin
ku ez biçim ziyareta wan. Rewþ ji aliyê min ve ne hêsan bû, eger ku min guh
bida hestên xwe yên þexsî minê di destpêkê de red bikira, ez li
berjewendiyên gelê fikirîm û min hîsên þexsî li aliyekî danîn. Min biryar
stand ku, helwestên min nebin sedema têkbirina diyaloga ku me hêvî dikir êþa
gelê me hinekî rihet bike. Min ji hevalan re got: "Ez bi armanceke tektîkî
naçim, ez dixwazim biçim ji bo ku sûdekê ji fersenda rawestandina êþa ku
Iraqî têde dijîn, bibînim. Em roja 6 Gulanê (Mai) çûn û hevdîtina min bi
Seddam re roja 8 mehê pêk hat.

Destpêka hevdîtinê çawa bû?

Mesûd Barzanî: Min ji wî re got, ez rola te di peymana Adara 1970 tînim bîra
xwe, ew peyman ji bo gelê Iraqê serkevtinek bû, ji bo Ereban, Kurdan û hêzên
demoqratîk û netewî serkevtineke mezin bû. Lê mixabin me nikaribû em bigihên
encama ku me jê hêvî dikir, careke din þer dest pêkir û hûn jî dizanin
piþtre çi çêbû. Min çavên xwe xistin çavên wî û min berdewam kir: Min di
nava derya xwînê de avjenî kir û ez hatim. Hevdîtina bi te re ji peymanekê
dijwartir e, lê belê berjewendiya welat û gelê Iraqê hîþt ku ez hemû birînan
derbas bikim û werin cem te. Eger ku we istîfade ji tecrûbên xwe dîtibin, me
dîtine. Were em li çareyekê bigerin.
Û min berdewam kir: Li ser þexsê min, min tiþtê herî biha ji bo doza gelê
Kurd pêþkêþ kir, tiþtekî bihatir nemaye, eger ku çareyek tune be ku ez pê
serê xwe li hember gelê Kurd de bilind bikim, û bawriya gelê min pê were,
pêwîst nake em zemanê xwe vala derbas bikin. Eger ku hûn amade bin, em amade
ne. Eger ku hûn ne amade bin jî, spas ji bo mêvanperweriya we.

Te qet behsa wendabûna bira û mirovên xwe kir?

Mesûd Barzanî: Her Kurdê ku ji bo dozê çûye birînek di dilê min de vekiriye.
Tu ferq di navbera kesên ku li Helbeçe wenda bûne û mirovên min de tune ye.
Em weke gel, me gelek qurban dan, heya niha 180 hezar kes wenda ne, ji ber
Enfalan, ji wan 8 hezar ji Barzanan in, yanî ji eþîra min, ji wan 37 ji
malbata min bi xwe ne, yanî 3 birayên min, zarokên bira û pismamên min.

Birayên te li ku bûn?

Mesûd Barzanî: Ew li Bexdayê bûn, tu roleke wan ya siyasî tune bû.

Li Bexdayê hatin kuþtin?

Mesûd Barzanî: Nizanim li ku hatin kuþtin. Ew li Bexdayê hatin girtin û
piþtre þopa wan wenda bû, heya niha jî em nizanin çi bi wan hatiye.

Te ji Seddam serpêhatiya wan pirsî?

Mesûd Barzanî: Min li birayên xwe nepirsî. Min li her kesî pirsî. Me li
Bexdayê ji berpirsiyaran re got: Em wendayiyan dixwazin, hemû kesên ku wenda
bûne birayên min in. Dema ku me ev pirs kir, ew li xwe heyirîn, me ev bersiv
ji wan girt: Eger ku em bigihên peymanekê, emê girtiyên (wendayiyên) mayî
azad bikin, kesên ku tune bin, emê li çareyekê bigerin, yanî ewê peran bidin
malbatên wan.

Tu bawer dikî ku Seddam tu xapandî, dema ku ji bo diyalogê tu çûyî cem wî?

Mesûd Barzanî: Ji bo rastiyê ez bibêjim, ez nikanim bêjim ku ez xapandim, di
hevdîtina me de wî tu soz nedan, lê min hêvî dikir ku ew bersiveke mezintir
bide min, yanî bi qasî gava ku min avêtibû...

Þêwirmendên te ji te nexwestin ku tu neçî?

Mesûd Barzanî: Gelek kesan ji derve û hundir welat nesîhet li min kirin ku
ez neçim, heya gelek fikirîn ku bi xwepêþdanan rê li pêþiya min bigirin.

Tu bi Celal Talbanî re gihiþtiye peymanekê, ji bo ku hûn li hember
pêþveçûnan herêma kurdî birêve bibin?

Mesûd Barzanî: Vekirina parlamana kurdî bi hemû endamên xwe, diyar dike ku
mala Kurd êdî bi rêk û pêk dibe û ji hemû pêþveçûnên ku wê çêbibin re amade
ye.

Eger ku ji bo rûxandina rêjimê alîkariya hêzên kurdî were xwestin , hûn
amade ne?

Mesûd Barzanî: Bi rastî berî ku pirseke wiha were kirin, emê bipirsin, em ne
sîleheke kirêkirinê ne. Eger ku em li ser hêzeke alternatîn li hev nekin emê
tu alîkariyê nekin û tu rolê nelîzin.

Gelo hêsaye ku mirov bi rihetî dest ji iqtîdarê berde?

Mesûd Barzanî: Ev li gora mirov e, pir xetere ku destelatî armanc be, û pir
xetere jî ku mirov ji bo destelatiya xwe her tiþtî bike qurban.

Tu ji destelatiyê hez nakî?

Mesûd Barzanî: Tu bawer nakî eger ku ez ji te re bibêjim na, ez lê nagerim
(dikene)? Bi rastî dibêjim ez li benda wê kêliyême ku dest ji destelatiyê
berdim. Li vê derê divê em ferqê bixin navbera seroktiya li dijî zilmê û
mayîna li ser hukum, bi armanca kêfê û bikaranîna destelatiyê ji bo armancên
þexsî.

Tu çima xeyal dikî ku ji destelatiyê bi dûrkevî?

Mesûd Barzanî: Rewþê wiha xwest ku ez ji 16 saliya xwe de dest bi parastina
mefên gelê xwe bikim. Dirêjiya 40 salî, min her tiþtê li cem xwe da. Ne
jiyana Kurdan rihet bû ne jî ya min. Gelo ma mecbûre ku mirov yan heya
mirinê yan jî heya ku tê qewitandin li ser destelatiyê be! Ma nabe ku mirov
ji nifþên nû re rê veke û fersendê bide wan?! Ez dizanim ne hêsane ku kesê
destelat teqawît bibe, heya hinek hene bi diranên xwe bi destelatiyê (hukum,
sulte) digirin.

Li gora nêrîna min, ez þaþ nabînim ku siyasetvan, yan jî destelat biçin
teqawîtê ji bo ku bi jiyana xwe ya þexsî re mijûl bibin. Yan jî tecrûbeya
xwe li cihekî din bi kar bînin, û ew tecrûbe bibe dersek ji bo pêþerojê. Di
dema þer de, berpirsiyarek nikare jiyaneke normal bidomîne. Dema ku ez li
sirgûnê bûn min ev yeka dît. Min mijûlbûna bavê xwe dît, ez jî mecbûr bûn ku
li ser riya wî bimeþim.

Dibêjin, heya ku neçe gorê xwediyê biryarê dest ji qesrê bernade.

Mesûd Barzanî: Eger ku min bi idamê tehdîd bikin jî, ez tu berpirsiyaryê di
hukum de ranakim. Dema ku fersend çêbibe jî, ji karmendekî biçûk heya bi
serokomar, ezê tu cihekî fermî nepejirînim. Niha jî, li herêmê, tu
berpirsiyariyeke min ya resmî tune ye. Min endametiya parlamentoyê û konseya
wezîran red kir, ez ji destelatiyê nefret dikim. Tevî ku destelatiya ez
behsa wê dikim, berpirsiyariya siyasî û ya gelî ye.

Ez dikarim bibêjim ku tu ji navên resmî bêhtir dixwazî di cihê serok, yan jî
rêber de bî?

Mesûd Barzanî: Ez dixwazim tenê hemwelatiyek bim, ne serok û ne jî rêber
(dikene). Navê herî baþ li cem min gotina Pêþmerge ye. Min jiyana xwe bi vî
navî dest pêkir, her wiha ez dixwazim bi vî navî jî biqedînim. Pêþmerge yanî
fidaî, tê wateya kesê ku sîleh rakiriye û dikeve nava þoreþê û xwe ji bo
hêviyan dike gorî.

Rewþa Iraqê hesas e, ji bo ewlekariya xwe te çi tedbîr standine? Gelo tu ji
jiyana xwe ditirsî?

Mesûd Barzanî: Tirsên ewlakariyê her demê hebûn, lê ez wan pir pêwîst
nabînim. Eger ku mirov gelekî li ser van meseleyên ewlakariyê bifikire, wê
bibe hêsîrek û nikaribe tiþtekî bike.
Di serî de ez bibêjim ku ez mirovekî bawermend im, ez bawerim ku temen bi
destê xwedê ne, li aliyê din hinek tedbîr hene ku ez distînim, lê ji sînorê
xwe ne zedetir in, ez di wê baweriyê de me, eger ku zêde tedbîr werin
standin, wê encameke neyînî bide. Ez ne ji wan kesan im, ku pêwîstiyê pir
didin þekliyetê, her wiha baweriya min bi kesên ku ez bi wan re dixebitim
heye.

Eger ku tu teqawît bibî, wê tu çi bikî?

Mesûd Barzanî: Ez fêrî tu pîþeyan nebûm, ezê ji bo jiyana xwe ya þexsî, xwe
vala bikim. Ezê hewl bidim ku tevlî jiyana nû bibim. Ezê bi zarok û neviyên
xwe re mijûl bibim.

Gelo wê di ucdana Kurdan de, Kerkûk her weke girêkekê bimîne?

Mesûd Barzanî: Kesek nikare li ser nasnameya Kerkûkê ya Kurdistanî bazarê
bike. Kerkûk jî weke her bajarekî din, bajarekî Iraqî ye, û mumkune ku bibe
sembola biratiya netewî li Iraqê. Ne mumkune ku em bibêjin Kerkûk ne
bajarekî Kurdistanî ye, ne mumkune em qebûl bikin, em qet li ser vê meselê
munaqeþe jî nakin.

We ji mahalefeta Iraqê re got?

Mesûd Barzanî: Belê em bi hemûyan re axifîn.

Çi gotin?

Mesûd Barzanî: Ev ji bo me weke prensîbekî ye, kî qebûl dike, li ser çavan,
kî qebûl neke jî , bila ne li bendê be ku emê nêrîna xwe biguherin. Em kengî
bikaribin emê Kerkûkê vegerînin, eger ku em nikaribin jî emê wê weke
bajarekî dagîrkirî bihesibînin û emê vegerandina wê her demê bixwazin. Dema
ku li me vegeriya jî, nayê wê maneyê ku ew ji Iraqê qut dibe, ewê her weke
bajarekî Iraqî bimîne, mîna Musil, Hewlêr, Bexda û Basra, lê belê ew sembola
zilm û zora li ser Kurdan, û erebkirina nasnameya kurdî bi zorê, ewê her
weke sembol bimîne. Eger ku em bikaribin mafên xwe li Kerkûkê biparêzin, ev
tiþtekî baþe, dema ku em nikaribin jî, emê tu caran qebûl nekin ku ew ne
bajarekî kurdî ye.


www.pdk-t.dk







Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo ev nûçe navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=News&file=article&sid=66