DIVÊ HELEPÇE NEYÊ JI BÎRKIRIN ! ( PDK-T )

Wext: Thursday, 16.January. @ 00:00:00 CET

Mijar:

PARTÝ DEMOKRAT A KURDÝSTAN - TIRKÝYÊ

DEMOCRATIC PARTY KURDISTAN

KURDÝSTAN DEMOKRAT PARTÝSÝ
KDP – T

16.03.2001
Berî 13 salan, di rojên 16, 17 û 18 yê adarê de rejima Baas bi çekên kimyawî bajarê Kurdistana baþur Helepce bombebaran kir. Di encama ev buyerê de; di demekî kurt de, li ser 5000 insanî Kurd hatibun kuþtin û zêdeyî 10000 jî hatibun brîndarkirin. Li ba kustina jin, zarok, genc û pirên bajarê Helepce, hemu deramendê wan; mal, milk, bax û bostanên wan jî bi bombeyên kimyawî têk çubun. Rê û kuçeyên bajarê Helepçe di rojên 17 û 18 yê adarê de bi laþên kûþtiyan hatibun raxistin. Eva hanê tabloya þerê cîhana 2’yemin û tabloya Hiroþîma dihanî bîra mirov.

Ew ne yekemîn carbu, ku rejima Baas li Kurdistan çekên kimyawî bikar hanîbu. Di sala 1987’de, ji adarê ta payîzê bi 100 dê û gundên herêma behdînan û soran li xoþnewatî û cafetî bi çekên kimyawî hatibun bombebarankirin.

Rejîma Baas ya gen û gemar, li ber çavên tevaya cîhanê çekên kimyawî bikar hanibu. Çawa kû tê zanîn, bikaranîna çekên kimyawî piþtî þerê cihana 1’min li seranserî cîhanê de hatibun qedexekirin. Di þerê cihana 2`yemin de jî tu welat cesaret ne dikir, ku çekên kimyawî bikarbîne. Hitler bixwe jî, li nav þer de çekên kimyawî bikar nehanîbu.

Lê sedamê xwînmij bi saya dost û kesên xwe cesareta bikaranîna çekên kimyawî dît û di rojên 16, 17 û 18’yê adarê de eva hanê pêkhanî. Sadam dizanûbu, ku tevaya cîhana erebî li beramber ev kiryara namerd bêdeng dimîne. Ew dizanîbu, ku tevaya welatên „sosyalist“ dê bêdeng bimînin. Ji bona wê yekê, piþtî bombebarankirina Helepçe organa Partiya Kominist ya Sovyetê PRAVDA bivî hawayî nivîsandibu; „dewleta Iraq li dijî Kurd çekên kimyawî bikar nehaniye, ev nuçeya hanê ji aliyê welatên emperyalist hatiye belavkirin.“
Binêr PRAVDA 11 îlonê 1988.

Dost û kesên sedamê xwinmij ne bes tenê bêdeng man, herweha jî bun asteng li pêþiya wergirtina Resolutiona Koma Miletan li dijî Iraqê. Bêguman welatên rojava jî li beramber pirsa Kurd erkên xwe bi cîh nehanîbun, lê piþtî rewþa Helepçe welatên mîna Amerika, Britanya, Almanya û Swêd biryar dan, ku di çarçewa Koma Miletan de bi wergirtina Resolutionekî Iraq mehkum bikin. Lê dost û kesên sedam rê li eva hanê girtin. Di serî de Sovyet, Bulgarya, Cekoslovakya, Almanya rojhilat û Kuba li gel tevaya welatên Ereb rê nedan, ku li ser Resolutionek ji bona Helepce were axaftin.

Ji sala 1988’ an 13 sal derbaz bun. Pirsa Helepçe hê jî negihiþtiye qonaxekî pêwîstî, ku rejîma bexdayê ji aliyê welatên navnetewî û ji aliyê Koma Miletan were tawanbar kirin. Em PDK-T bang û pêþneyar li tevaya Partî û kesên Kurdistanî dikin, ku „Komisyona Helebçe“ avabikin. Em herweha bang li tevaya Organizasyonên Parastina Mafên Mirovan ên navnetwî dikin, ku di vî warî de insiyatifan pêk bînin.
Ta nuha baþtirîn nimûne ji Profesorê dîroknasê îtalyayî BUSINCO hatiye pêþkêþkirin:
„Ez pêþneyar dikim, ku 18.adarê 1988, roja ku Iraq çekê kimyawî li Helepçe bikaranî, navê wî bibe ‚ roja navnetewî li diji bikaranîna çekên kimyawî’

www.pdk-t.dk








Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo ev nûçe navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=News&file=article&sid=64