
Daxuyaniyek ji Bizava Bakurê Kurdistanê
Wext: Thursday, 30.September. @ 00:00:00 CESTMijar:
ELMANYA, 30 / 09 / 2004 — Ehmed Zeki Okçuoglu digel hinek hevalên xwe daxuyaniyek derxistin û tê de dibêjin ew dê bizaveke siyasî ya nû ji bo bakurê Kurdistanê bidin dest pê kirin. Vê bizavê navê "Bizava Bakurê Kurdistanê" li xwe kiriye û daxuyaniya wê li jêrê ye.
***
JÝ RAYAGÝÞTÎ RE : Sedsala bîstemîn, pêþtê pêþveçûyînên sîyasî yên bingehî, þûna xwe li sedsala bîstûyekemîn re berda. Dinya ji du berberîyê, ya ko statukoya sîyasîya kevneperest diparast, bi xweguhertin, an jî guherandina parsengê ve, derbase yek berberîyê bû.
Kurdistan jî, di nav welatên ko di bin bandora vê guhertinê da dimînin an dê bimînin da cî digre. Pêvejoya ko diherike, bona dahûtîya welatê me konaxek gelek girîng e. Lewra, rejîmin paþverû ten guhertin, an bi mebesta xweguhertinê têne çewsandin. Ev pêvejoya guhertinê, bona miletê Kurd derîyê destketinên fireh vedike. Bi rastî jî, di dîrokê da yekem care, ko statuko li kêrî miletê Kurd rû dide, ji ber ko hêzên Baþûrî sîyasetek di cî da meþandin, gelê baþûrê Kurdistan’ê îro di nav sîstemek federalî da, derfeta çarenusî û jîyanek azad bi destxisti ye.
Her çiqas li baþûrê Kurdistan’ê miletê Kurd mefên xwe yên neteweyî û demoktratîk bi destxistiye jî, çi heyfe ko li bakurê Kurdistan’ê rewþek berevacî heye. Bizava sîyasî ko bandora xwe avêtibû ser bîst salên dawîyê û ji ber ko paþê ji daxwazên neteweyî û demokratîk paþve gav avêt, dewra dîrokî ya îro, carek din kete ber xetera ko miletê Kurd ti mafên xwe bi dest nêxe. Ji vê jî xetertir, valahîya sîyasî ya ko li bakurê Kurdistan’ê rû daye, dewleta Tirk dixwaze ko bi sîyaseta gerdîþî ya ko ji nijadperestî û þowenîstî hêz distîne, carek din dagre. Ji dest vê ye, ko li bakurê Kurdistan’ê girseya Kurd di bin saw û sepetê da ma ye. Herweha nêrxên miletê Kurd yên neteweyî, her roj bêtirin entegreyî sîstema Tirk dibin. Çi heyfe, ko vebijarkek bi hêz, ya ko berjewendîyên miletê kurd bingeh dibîne û dê kanibe beramberî xeterê raweste, îro hê jî tine ye. Ji dest vê ye, ko girse demoralîze dibe û partî û grup her roj bêtir bê hêz û ji hev belav dibin. Herweha, pêvejo li ser sîyasetmedar û rewþenbîrên Kurd tesîrek neyînê dike, ev dikevin bin bandora demoralîzasyonê û îro di nav rewþek ji hev belavbûnê da ma ne.
Di pêvejoya endamtîya Tirkîyê ya YE da, her çiqas hinek gavên marjînal hatin avêtin jî, bi giþtî bona çareserkirina kêþeya Kurdistan’ê ti proje tine ne. Rêxistinên Kurdistanî jî, heta îro ti bernameyên hevpar dernêxistine û pêþkêþê YE nekiri ne. Heçku, lazime ko endamtîya Tirkîyê bi þertên ko kêþeya Kurdistan’ê bi çareserkirinek rewa ve bêye giridan û hêla Kurd jî, licem YE, di pêvejoya danistandinan da bêye qebûl kirin. Bona ko miletê Kurd carek din nebe mexdurê Lozanek îroyî, divê hêzên neteweyê Kurd li ser bernameyek hevpar li hev bikin û sazîyekî temsîlî bête damezrandin.
Êdî em dizanin, rêxistinên ko berhemên rêbaz û hiþmendîya sîyasî ya sî salên bihurî ne, nikanin bibin hêza çareserîyê. Bi dawîbûna vê dewra dîrokê ve, divê bona karê rêxistinîyê, rêbaz û hiþmendîyek nuh rû bide. Lazime miletê Kurd ceribandinên bihurî di cî da binirxîne, li ser encamên realîst bisekine û bi armancê destxistina mafên neteweyî û demokratîk, divê bi nirxên demokratîk dest bi destpêkek nuh bike. Ji ber vê yekê ye, bona ko dinamîzma neteweyî carek din kanalîzê Têkoþîna Neteweyî bibe, pêywendî û lêgerînekê dest pê kirîye. Em bawerin, ko derfeta vî karê dê hebe.
Pêdivîya bingehî ya rojê, divê dînamîzma sîyasî û neteweyî li ser konseptek neteweyî teksîf bibe û bona ko dê mafê biryardayînê li ser paþeroja miletê Kurd bê tawîz bipesine û bi kar bîne, damezrandin û erkî kirina sazîyekî neteweyî yê bilind e. Dîsa, hiþmendîkirin û ronahîkirina civakê ye, bi mebesta ko miletê Kurd, heta ko bi azadî îdareya xwe bi destê xwe birêve nebe, kêþeyên civakî û aborî li Kurdistanê çareser nabin. Hate dîtin ko derfetên yek bi yek kesa û partîya, bona çareserîyek wisa bes nakin. Ji ber vê, him bona gavên çareserîyê û him jî bona temsîlîya vîyana neteweyî, divê sazîyek wisa bêye damezrandin. Jixwe daxwaza partî û hêzên Kurdistanî jî di vê bergehê da ne. Li ser armancekî wisa, di civaka Kurd da konsesusek pêk hatîye. Divê karek bêye kirin, ko gelê Kurd li ser gavek wisa yekitîya xwe pêk bîne.
Me, grupek welatparêzên Kurd ko dixwazin doza miletê Kurd re xizmet bikin, bi mebesta ko bona pêkanîna bizaveyek sîyasî dê bibe gava yekem, bi navê Bizava Bakurê Kurdistanê grupek pêk anî.
Grup, biryarên jêrîn pêþkêþî rayagiþtî dike.
1. Me hewce dît, ko kes û grupên ko li ser rêgez û rêbazan weka hev difikirin, bang li kes û grupên Kurdistanî yên din jî bikin, bi armancê ko bernameyek sîyasî, yê ko nirxên demokratîk bingeh distîne û ji xweguhertinên heyamê ne bêpar e, bipejirîne û jîndar bike, bangê civandina konferansekê bikin.
2. Ji vê qonaxê bi paþve, dîsa em bang dikin ko her çiqas hêz û partîyên Bakurî hene, bikevin nav hevkarîyek neteweyî, bi armancê damezrandina Kongra Niþtimanî ya Bakurê Kurdistan’ê dest bi kar û bar bikin.
Divê bêye zanîn, ko bona bi destxistina van armancan, emê bi hemî derfetên xwe hewl bidin.
Em bawerin, ko hêzên Kurdistanî jî dê hewl bidin, daku ev armancên pîroz pêk werin.
Em carek din dibînin, ko bê hevkarî û piþtevanîyek neteweyî , ti rê û derfetên serketine nema ne.
Bona Kongra Niþtimanî ya Bakurê Kurdistan’ê hevkarî û fedekarî divê.
Li ser navê Bizava Bakurê Kurdistan’ê
Komîta Demkî
Abdullah Kaya
Mahmut Kilinc
Nejdet Buldan
Ahmet Zeki Okçuoðlu
Zeki Öztürk
Selim Çürükkaya
Murat Daðdelen
KK-Nûçe
http://www.kerkuk-kurdistan.com
|