Meclisa Îranê ziyareta Mihemed Xatemî þemirand

Wext: Sunday, 26.September. @ 00:00:00 CEST

Mijar:

ENQERE, 26 / 09 / 2004 — Serokê dewleta Îranê Mihemed Xatemî dê 28-29-ê vê mehê hatiba Tirkiyeyê. Li gor nûçeyên medyaya tirkan egera nehatina Xatemî qanûneka nû ya meclisa Îranê qebûl kiriye. Tirkan û Îranê li ser peymanên ticarî li hev kiribûn lê meclisa Îranê qera girtiye ko bêyî qerara meclisê nabe ew peyman bên mohr kirin. Rojnameya tirkan Milliyetê bi sernivîsa “ziyareta bê çarik” ziyareta Xatemî weþandiye. Ji nûçeya Milliyetê wisa diyar e ko tirkan çarik li jina Xatemî qedexe kiriye.

Li gor nûçeyên IRNA-yê meclisa Îranê qerar di derbareyî karên þirketên ko dê þirketên tirkan kiriba de daye û serokkomarê Îranê nikare bêyî qerara meclisê li ser wan karan qerarê bide. Karên tên behs kirin ev in :

Peymana Irancell û Tepe-Akfen-Vie (TAV) ji bo projeyeka telefonên mobîl û dana karî ya balafirxaneya navneteweyî ya Îmam Xomeynî.

Rojnameya tirkan Milliyetê jî nûçeya ziyareta Xatemî bi þêweyek wisa daye ko mirov dibêje belkî wan çarik li jina Xatemî qedexe kiriye û ew nikare bi jina xwe re were. Milliyet dibêje berê çaxê berpirsyarên îranî bi jinên xwe yên bi çarik re hatin Tirkiyeyê problemên protokolê derketine ortê. Jina serokê tirkan elmodeye. problema çarik û turbanê ya tirkan bixwe heye. Helbet niqteyên dî yên herdu dewletan ji hev dûr dixin gelekin.

Jixwe niqteyên tirkan û farisan digihînin hev ne zêde ne. Heta çend sal berê tenê niqteyek hebû ko herdu dewlet nêzîkî hev dikir. Dijminahiya miletê kurd. Niho bûne dido. Herdu jî dijminên Emerîka û xerbê ne. Tirk bawer dikin ew dikarin qezenceka zêde ji Îranê bikin. Ji ber þirketên xerbî bi Îranê re kar nakin û ambargo li ser Îranê heye tirk dixwazin wê firsetê bi kar bînin.

Lê li nav herdu dewletan jî hêzên ji pêwendiyên herdu dewleta aciz hene. Tirkan û Îsraîlê peymanên giran yên eskerî mohr kirine. Îran nizane ka sibe çaxê Îran bibe armanca Emerîkayê tirk dê çi bikin. Her wisa li nav tirkan jî hêzên ji Îranê gelek aciz hene. Ew Îranê reqîbê xwe dizanin.

Her çenda ordiya tirkan ji xerbê dûr ketibe jî û hindek berpirsyarên ordiya tirkan Îranê mîna mitefiqekê stratejîk destnîþan bikin jî, çêkirina saroxên Þehab tirkan ditirsîne. Çaxê Sedamî jî saroxên Sumod û hwd. çêdikir ken û giriyê tirkan bi hev re dihat. Ji bo rewþa Îranê jî heman tiþt heye.

Medyaya Îranê ziyarete Mesûd Barzanî mîna ziyareteka giring daye pêþ û kiriye manþêt lê þemirandina ziyareta Mihemed Xatemî bo Tirkiyeyê zêde giring ne girtiye.



KK-Nûçe
http://www.kerkuk-kurdistan.com









Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo ev nûçe navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=News&file=article&sid=5415