Serokê dewleta Îranê Mihemed Xatemî bi Mesûd Barzanî re rûniþt

Wext: Sunday, 26.September. @ 00:00:00 CEST

Mijar:

TEHRAN, 26 / 09 / 2004 — Mesûd Barzanî li Tehranê bi serokê dewleta Îranê Mihemed Xatemî re rûniþt. Li gor medyaya îranî Xatemî û Barzanî li ser pêwendiyên Bexdayê û Tehranê axaftin. Serokkomarê Îranê got wan di wextê teng de arîkariya wan kiriye û niho jî dixwazin aþtî, emniyet û pêþketina sosyal xurt bibe. Mesûd Barzanî jî got dê dewletên herêmê bi hev re bijîn. Kultura wan û dîroka wan ya miþterek îmkanê dide ko ew bi hevra pêþ bikevin. Barzanî daxwaza pêþxistina ticareta di navbera herdu welatan de kir.

Bi îhtimleka mezin Mesûd Barzanî dê qesda xatemî ji “we” mîna “we kurdan” fêm bike. Her çenda Xatemî cimleyê xwe temam neke jî Mesûd Barzanî dê temamî fêm bike ko Îran arîkariya kurdan dixwaze.

Yanî Xatemî dibêje “di demên teng de me arîkariya we (kurdan) kir hon jî niho arîkariya me bikin”.

Rejîma Îranê di rewþeka teng de ye. Emerîkî bi taybetî û xerbî bi giþtî Îranê bi çêkirina çekên nûkler tawanbar dikin.. Îran mîna dewleteka piþtgira terorê têt destnîþan kirin. Emerîka û berpirsyarên Iraqî jî dibêjin Îran destekê dide terora li iraqê. Îran dibêje ew sentralên nûkler bo çêkirina eletrîkê ava dike lê raporên IAEI-yê di derheqê Îranê de ne pozîtîf in. Îran zorê his dike, xwe di devê topê de dibîne û lewra jî ziyareta Mesûd Barzanî bo berpirsyarên Îranê giring e.



KK-Nûçe
http://www.kerkuk-kurdistan.com









Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo ev nûçe navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=News&file=article&sid=5414