HEWLÊR, 22 / 09 / 2003 — Grupa pêþiyê ya hêzên Koreya baþûr ko ji 2800 eskeran pêk têt li Hewlêrê binecih bûn. Yekîneya hêzên koreyî ya bi navê “Zeytûn” serê meha tebaxê ji Koreyê derketin û piþtî 55 rojan li Kurdistanê di 545 konteyneran de mala xwe raxistin. Hêzên Koreya baþûr ji bo parastina emn û asayîþa Kurdistanê hatine vê derê lê belê niho pêþmergeyên Kurdistanê wan ji êriþên terorîstan diparêzin.
Yekîneya hêzên koreyî bi temamî ji 3600 kesan pêk têt û 800 kesên mayîn dê heta du mehên dî bêne Kurdistanê.
Koreyiyan digel eskerên xwe ordiyeka ticaran jî rêkirine Kurdistanê û dixwazin kontraktên avakirinê ji hikûmeta Kurdistanê wergirin. Niho 75 bazirganên koreyî ji ber emniyeta xwe dê digel eskeran di bereqeyên wan de bijîn heta ko rewþa Iraqê aramtir dibe.
Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî duhî li serokwezaretê pêþwazî li berpirsên eskerî yên hêzên koreyî kir û got kurd bi hatina wan kêfxweþ in. Nêçîrvan Barzanî di heman demê de spasiya hikûmeta Koreya baþûr û bêþwaziya wê ya germ ya ji bo wefda hikûmeta Kurdistanê kir.
KK-Nûçe
http://www.kerkuk-kurdistan.com