KURDISTAN–STOCKHOLM, 19.09.2004 — Abdullah Ocalanî di salên 70-yê de Partiya Karkerên Kurdistanê wekî þebekeyeka terorê ya kontrakurd ava kir û ev 30 sal e ko Adullah Ocalan û partiya wî rê li ber siyaseta gelê kurd digire. Partiya Abdullah Ocalanî îro ji nêva dilê xwe parçe bûye û hêdî rêya têkçûnê bûye rêya venegerê. Osman Ocalan (Ferhad), Faysal Donlayici ( Kanî Yilmaz ) û Nizamettin Taþ ( Botan ) 30 salan xizmeta PKK-ê kirin û îro gihane qenaetekê ko Partiya Karkerên Kurdistanê hêdî ne partiyeka welatparêz e. Gotinek heye, dibêje ”dereng jî be veger ji venegerê çêtir e”.
Wene : » Osman Ocalan, Faysal Donlayici û Nizamettin Taþ.
Ez sêþema borî, 14-ê mehê, li Kurdistanê, 12 seetan ji bo vê hevpeyvînê bûm mêvanê Osman Ocalan, Kanî Yilmaz û Nizamettin Taþ. Min digel hersiyan jî sohbetên dirêj kirine û ez dê qenaetên xwe di nivîsareka xweser de binivîsînim. Hevpeyvîna sereke min digel Osman Ocalanê birayê Abdullah Ocalanî kiriye û ez dê sê rojan wê wekî sê beþên cida belav bikim. Beþa yekê li ser sebebên cidabûna Osman Ocalanî û hevalên wî ye. Beþa didoyê li ser têkiliyên wan digel parçeyên dî yên Kurdistanê û cihana derve ye. Beþa sêyê jî li ser program û stratejiya wan ya nû ye.
Ev hevpeyvîn du seetan dirêj e û bi zimanê kurdî hatiye kirin û di vîdeokamerayê de jî hatiye qeyd kirin. Dema ko mirov guhê xwe dide Osman Ocalanî mirov dibîne ko ew rexneyên hiþk li PKK-ê û birayê xwe digire lê belê mirov di heman demê de jî dibîne ko hê jî wî hemî girê û bendên xwe ji PKK-ê û dîroka wê neqetandine û xebata PKK-ê ya destpêkê diparêze. Ya herî baþ ew e ko xwendevan bi xwe hevpeyvînê bixwîne û biryara xwe li ser Osman Ocalanî, hevalên wî û partiya wan ya nû Partiya Welatparêzên Demokrat bide.
***
Arif Zêrevan : — Problema herî esasî di nêvbera te û birayê te serokê PKK/Kongra-Gel Abdullah Ocalanî de çi ye ?
Osman Ocalan : — Berî her tiþtî divêt ez bibêjim ko problema me ne problemeka þexsî ye. Problema me problemeka îdeolojîk, siyasî û rêxistinî ye. Ev 12 sal in ko ez bi xwe di nav PKK-ê de rexneyan li siyaseta wê digirim. Hêviya min ew bû ko piþtî serhildana 1991-ê û 1992-yê siyaseta PKK-ê bi tevahî bête guhortin ji ber dinya di nêv guhortineka kûr û fireh de bû. Siyaseta berê ya duserî ko bi sîstema kapîtalîst û sîstema sosyalîst ve girêdayî bû rê nedida ko pirsgirêkên neteweyî bêne çareser kirin. Wê demê jî min nêrînên xwe aþkera kirin lê belê di nêv PKK-ê de dijayetiya nêrînên min hat kirin.
— Li gor fikra min divêt li Kurdistanê sîstemeka demokratîk ya berfireh hebe û hemî kes bikare bêt û di nav xebatê de cih bigire. Ev pêþketin ne ya PKK-ê tenê bû. Gelek hêz, gelek þexsiyet û welatparêzan ked dabû û encamên wê diyar dibûn. Min dixwest rê hebe ko kurd hemî bi hev re di nav siyasetê de cih bigirin. Nakokiya herî mezin di navbera me de parastin yan guhortina sîstema berê bû. PKK-ê ji bilî xwe rê nedida ti kesê ko siyasetê bike, heta di nav xwe de jî rê nedida fikrên cida. Problema me ya herî esasî ev bû û ez bawer dikim ko daxwaza me ya guhortinê daxwazeka welatparêz û demokratîk bû.
Arif Zêrevan : — Belê tu dibêjî problemeka te ya þexsî digel Abdullah Ocalanî nîne lê belê PKK bi serokatiya wî dihate bi rê ve birin û wî biryar li ser qedera we û PKK-ê dida. Vêca di encamê de siyaseta we û wî ji hev negirt û problema herî mezin ew bû an no ?
Osman Ocalan : — Siyaseta me ji hev negirt û þexsiyeta min jî hinekê ji þexsiyeta serokê PKK-ê cida bû. Herçend em birayên hev jî bin ew hêj di biçûkiya xwe de desthilatdar bû. Ez mirovekê nerm bûm û min ne tenê xwe didît, min dorûberê xwe jî didît. Serokatiya PKK-ê Abdullah Ocalan þexsekê wisa ye ko divêt herkes bi wî ve girêdayî be. Jiyana PKK-ê teng bû rê nedida pirpartîtî û pirrengiyê. PKK-ê rê nedida jiyana þexsî û jiyaneka fedaîtiyê ji mirovan dixwest. Kesekê ko biketa nav têkoþînê diviya dest ji jiyana sosyal berdaba. Vê rewþê wisa dikir ko PKK-ê nedikarî hemî kesî himbêz bike. Heger di nav þoreþê de cih ji jiyana þexsî re hebûya gelek kesan dê bikariba di nav jiyana rêxistinî de cihê xwe bidîta û ji bo welatê xwe xizmet bikira. Ji sala 1992-yê û hir ve min dixwest ko rê ji jiyana taybetî re jî hebe. Serokatiya PKK-ê û PKK-ê rê neda vê yekê.
— Problemeka dî ya PKK-ê ew e ko ew bi çavê çînayetiyê li probleman dinêre û xwe dispêre karkeran. Lê belê di têkoþîna neteweyî de siyaseta çînayetiyê bi ser nakeve. Sosyalîzm têkçû û pêwist nedikir ko PKK di sosyalîzmê de israrê bike. Di aliyê welatparêziyê de jî PKK-ê û serokê wê tawîz dida. Abdullah Ocalanî welatparêzî ji xwe re nekir armanc. Dema ko ji bo wî kar tê de hebûya dibû welatparêz, dema ko kar tê de nebûya dibû sosyalîst. Yanî wî welatparêzî ji bo xwe nedikir bingeh.
Arif Zêrevan : — Di termînolojiya PKK-ê de musteleha tirkî ”ilkel milliyetçi” li hemberî welatparêzên kurd têt bi kar anîn û her kesê ko bibêje ew kurd e PKK jê re dibêje tu ”ilkel milliyetçi” yî. Bo çi PKK hewqasê ji welatparêziya kurdî aciz e ?
Osman Ocalan : — Welatên desthilatdar Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriye kurdan paþvemayî dihesibînin, kurdan biçûk û nezan dibînin û dibêjin ko kurd nikarin bibin tiþtek. Gava ko PKK dibêje ”ilkel milliyetçi” maneya wê ew e ko ew nêrîna hêzên desthilatdar qebûl dike. Ez dibêjim ev nêrîn bi xwe ne nêrîneka rast e û ew bingehê xwe ji dagirkeriyê digire. Wekî dî jî bingehê neteweperstiya paþvemayî li Kurdistanê nemaye. Kurd jî li vê dinyayê dijîn û civata kurdan jî ji hemî aliyan ve bi pêþ dikeve û vekiriye. Yanî ew nêrîna dewletên serdest e û sebebê vê nêrîna PKK-ê jî wekî ko min gotî ew e ko welatparêzî ti caran bo PKK-ê nebû bingeh û nebû armanc. Dema ko pêwistiya PKK-ê hebû li welatparêziyê bi xwedî derdiket û dema ko pêwistiya wê pê nebû dest ji welatparêziyê berdida. Di PKK-ê de aliyê çînayetiyê, aliyê sosyalîzmê herdem li pêþ bû û ew herdu jî welatparêzî û neteweperweriyê li derveyî xwe dihêlin.
Arif Zêrevan : — Baþ e armanca herî esasî ya PKK-ê serokê wê Abdullah Ocalan bû yan jî doza miletê kurd bû? Abdullah Ocalan giringtir bû yan jî miletê kurd giringtir bû ?
Osman Ocalan : — Min berê jî behsê kiriye û nuha em vekirîtir behsê dikin. Dema ko PKK-ê li Kurdistanê dest bi xebata xwe kir wekî xebateka bo serokî dest bi karê xwe kir. Hertiþt li dorûbera serokî dizivirî û dihat bi rê ve birin. Hêdê-hêdî girêdana bi serokî ve bû armanc. Girêdana bi miletê kurd ve herdem li paþ ma. Yanî armancê cih guhort û nêrîn ew bû ko rêya welatparêziyê bi girêdana Abdullah Ocalanî ve derbas dibe. Ew nêrîneka xelet e û ne di cih de ye. Belkî di destpêkê de ta dereceyekê pêwistiya gelê kurd bi serokekî hebû lê belê piþtî xurtbûna hereketa neteweyî girêdana bi serokî ve hêdî xelet bû. Yanî di encamê de xwedîderketina li serokî bû armanc û netewayetî dan paþ. Ev þaþiyek bû, ev xeletiyek bû. Îro jî PKK di wê xeletiyê de israrê dike. Her þexsekê kurd pêwist e ko xwedîtî lê bête kirin lê belê divêt ti caran kes nekevin þûna miletî. Divêt hezkirina gel û serokî tevlihev nebe. Divêt mirov berê ji gel hez bike, ji nirxên neteweyî hez bike û di nav vê çerçeweyê de hezjêkirina her serokekê kurd jî normal e. PKK-ê ev rastî fêm nekir û di þaþiya xwe de dewam kir. Wekî ko em dizanin niha PKK ji gel pirtir bi serokê PKK-ê ve girêdayî ye û hezkirina ji serokê PKK-ê ji hezkirina miletê kurd zêdetir e. Ev siyaseta PKK-ê rêya çareserkirina problema kurdan berteng dike û bizava azadiyê bêberhem dike.
Arif Zêrevan : — Abdullah Ocalan gelek caran di axaftinên xwe de ji hevalên xwe re û belkî ji te re jî dibêje ko hon wî fêm nakin. Hon nizanin ka ew çi dixwaze û herwiha ew dibêje tenê yek kesê bûyî PKK-yî heye û ew jî Abdullah Ocalan bi xwe ye. Li gor fikra wî hon hemî lêdixebitîn ko bibin PKK-yî lê we nekarî bigihîn wê mertebeyê. Tu vê fikra wî çawa tefsîr dikî ?
Osman Ocalan : — Xebata neteweyî ya dema nû pêwistî bi kesên têgihiþtî hebû û hereketa kurd ya nû di 1975-ê de dest pê kir. Wê demê li Kurdistanê kesên ko pirsa kurdî ya neteweyî baþ fêm kiribûn ne gelek bûn. Wê demê têgihiþtina neteweyî û ruhê neteweyî pir li paþ bû. Di wê demê de heta hidûdekî mirov dikare vê helwêsta wî rewa bibîne lê belê piþtî 1975-ê û nemaze piþtî 1980-yê zanabûna neteweyî pir bi pêþ ket. Gelek kes ketin nav xebata neteweyî û lêkolîn û lêgerîn kirin û civat û dinya nas kirin. Nêrîneka wekî ya Abdullah Ocalanî piþtî 1980-yê li dijî pêþketinê ye û wê nêrînê nehiþt ko kadroyên di nav PKK-ê de bi pêþ kevin û bibin xwedîbiryar.
— Heta îro jî Abdullah Ocalan dibêje hon min fêm nakin. Ew ne rast e. Ez bawer im ne tenê kesên ko siyasetê dikin gelê kurd jî hêdî fêm dike ka çi dibe û ka Abdullah Ocalan çi dike. Dema ko Abdullah Ocalan vê realîteyê nebîne hingê ew nikare xizmetê ji miletê kurd re bike û dê zererê bide xwe û di bizava neteweyî de bibe asteng. Pozîsyona serokê PKK-ê Abdullah Ocalanî bi wê helwêstê hêdî bûye asteng. Rast e ew bi xwe têgihiþtiye lê belê gelê kurd jî têgihiþtiye ka ew çi dike.
Arif Zêrevan : — Abdullah Ocalan niho aþkere, bêyî ko veþêre, kemalîzmê diparêze û dibêje ew hazir e ko ta dilopa xwîna xwe ya dawiyê jî li dijî ”ilkel milliyetçiyan” yanî li dijî kurdan þerî bike. Gelo hon jî amade ne ko heta dilopa xwîna xwe ya dawiyê welatparêziya kurdî li hemberî kemalîzmê biparêzin ?
Osman Ocalan : — Berî hemî tiþtî ew nêrîn xelet e. Kemalîzmê ji bo gelê kurd înkar û îmha bi kar anî. Bi dehhezaran mirovên kurd jiyana xwe ji aliyê kemalîzmê ve ji dest dan. Kurd hatin sergum kirin û sîstema kemalîzmê rê ji jiyana kurdan re nehiþt. Heger sîstema kemalîzmê ji bo tirkan hinek baþiyên xwe hebin ji bo kurdan jî hewqas xirabiyên xwe hene. Mirov di kemalîzmê de ti xizmetan ji bo gelê kurd nabîne. Ti berjewendiyên kurdan di wê sîstemê de nebûn. Parastina kemalîzmê bi temamî li dijî berjewendiyên gelê kurd e.
— Ji bo çi Abdullah Ocalan kemalîzmê diparêze. Wekî ko em dizanin serokê PKK-ê Abdullah Ocalan hemî partiya xwe li dora xwe dizivirand. Ew îro di zîndanê de ye û naxwaze xebateka li derveyî kontrola wî çêbe. Ji bo berdewamkirina kontrola xwe li ser PKK-ê ew pêwist dibîne têkiliyên xwe digel olîgarþiya Tirkiyeyê xweþ bike û kemalîzmê diparêze. Ne rast e ko em bibêjin ew bi sedê sed li gor daxwazên komara Tirkiyeyê dimeþe. Ji daxwazên komara Tirkiyeyê zêdetir ew kar dike ko kontrola xwe li ser bizava azadîxwaz ya Kurdistanê winda neke fikreka wisa dide pêþ û dixwaze dewletê nerm bike da dewlet însiyatîvê bide wî. Wekî min gotî çareserkirina probleman li dor þexsiyet û serokatiya wî ne di cih de ye. Demokrasî serokatiya wî xurt bike ew dê bibe demokrat, welatparêzî xurt bike ew dê bibe welatparêz û heger rejîma kemalîst cardî însiyatîvê bidiyê ew dê bibe kemalîst. Divêt gelê kurd vê rastiyê bibîne û wan nêrînên wî rexne bike. Siyaseta kurdan ji helwêsteka wisa zererê dibîne û çênabe ko ew bibêje heger ew serok be baþ e û heger ew ne serok be ne baþ e.
Arif Zêrevan : — Niho li Tirkiyeyê partiyek heye ko hikûm dike. AKP ji bo ko bikare desthilata xwe bidomîne lêdixebite ko desthilata eskeran û kemalîstan kêm bike û ji kemalîzmê xelas bibe. Ma ne hesabekê stratejîk yê xelet e ko kurd xwedîtiyê li kemalîzmê bikin ?
Osman Ocalan : — Wekî min gotî, ji bo ko însiyatîv di destê wî de bimîne Abdullah Ocalan xwedîtiyê li kemalîzmê dike. Berêz Abdullah Ocalan berê bi tevayî li dijî kemalîzmê bû û ew nêrînên wî nivîskî jî hene. Di zîndanê de li Îmraliyê nêrînên wî hatin guhortin. Hinek dibêjin ew ji tirsan wisa dike lê belê wekî min gotî ji tirsê zêdetir ew li kontrola xwe ya li ser PKK-ê difikire. Ew dixwaze ko siyaseta kurd bi tevayî di bin serokatiya wî de be û însiyatîv nekeve destê kesekê dî.
Arif Zêrevan : — Kanî Yilmaz dibêje ko we di destpêkê de wisa dihesiband ko ev helwêsta wî taktîk e û ne helwêsteka stratejîk e. Ew dibêje we paþê fêm kir ko helwêsta wî stratejîk e ?
Osman Ocalan : — Nuha ew wiha bûye stratejîk. Abdullah Ocalan hemî bizava neteweyî ya kurd li dorûbera xwe dibîne û hêza ko rê dide wî têkiliyê digel derve çêke û kontrola xwe berdewam bike leþkerê tirk e û kemalîst in. Lewra jî têkiliyên wî û leþkerê tirk bûye têkiliyeka esasî û stratejîk. Ew helwêsta Abdullah Ocalanî ti caran ne taktîk bû. Ji bo ko mirov bibêje helwêsta wî taktîk e divêt wî bigota ko ew di zîndanê de ye û nikare siyasetê bi rê ve bibe û gelê kurd siyasetmedar û zanayên xwe hene û bila ew bi rê ve bibin. Ew hem rê nade ko ti kesên dî siyasetê bikin û hem jî dixwaze leþker rê bide wî ko ew siyasetê bike û bi rêya aboqatan û hinekên dî kontrola xwe berdewam bike. Vêca ji ber hindê ew bixwaze û nexwaze hevkariya wî bûye stratejîk.
Arif Zêrevan : — Dema ko Abdullah Ocalan hat girtin we wekî Konseya Serokatiyê biryarek derxist û got hon guhê xwe nadin gotinên wî. Paþê her çi bû we gav bi paþ de avêt û cardî we qebûl kir ko ew serokê we be. Çima we paþ de gav avêt ?
Osman Ocalan : — Ew nêrîn ya min bû. Ew ji aliyekê ve tedbîrek bû û ji aliyê dî ve jî realîteya heyî bû. Tedbîr bû ji ber komara Tirkiyeyê dikarî wekî xwe teserûfê li ser serokê PKK-ê bike û nêrînên ko zererê bide bizava azadîxwaz ya Kurdistanê derxe pêþ. Realîte jî ew bû ko wî bixwesta û nexwesta nedikarî siyasetê bi rê ve bibe. Pêwist bû ko Konseya Serokatiyê bibûya cihê hemî biryaran û sebixwe bûya. Di wê gavê de israr nehat kirin û cardî li sîstema berê em vegeriyan. Dewletê jî wî wextî hinekê rê ji wî re vekir û hevdîtin her hefte du rojan bû û her rojekê du seetan bû. Înisiyatîv dan wî û bi wê rêyê wî dikarî serokatiya xwe bi rê ve bibe. Dûv re dewletê hinek asteng derxistin û hevdîtin kirin hefteyê yek seetê. Ew helwêsta me ya destpêkê helwêsteka rast bû û heger me li ser wê xetê dewam bikira serokê PKK-ê nedikarî bibe asteng ji pêþketinê re.
Arif Zêrevan : — We li ser biryara xwe israr nekir lê belê cardî jî hon çar pênc salan di nêv PKK-ê de man. We çawa hewqas sal tehemil kir ?
Osman Ocalan : — Rewþeka nû derket pêþiya me. Têkoþîna ko PKK-ê dimeþand giþt li ser þexsê berêz Abdullah Ocalan bû. Qerarên siyasî, eskerî, dîplomasî û hemî awayên dî wî didan. Ji bilî wî dezgehek yan avahiyek ko qeraran bistîne nebû. Dema ko serokê PKK-ê hat girtin þoreþ bê qerar ma û hejandineka pir mezin çêbû. Pêwistî hebû ko em wê hejandinê derbas bikin û cardî bizava azadiyê komî ser hev bikin û nehêlin ko belav bibe. Salekê du salan em li wê mijûl bûn. Ji bo ko em rê li ber belavbûnê bigirin bivênevê wan du salan me dest bi guhortinan nekir. Du salan piþtî girtina Abdullah Ocalanî pêwistî bi destpêkirina guhortinan hebû. Siyaseta PKK-ê ya ko berê diviya hatiba guhortin û wekî xwe mabû piþtî 2001-ê diviya bihata guhortin. Me wê demê prosesa guhortinê êxist rojevê û gava yekê me di destpêka 2002-yê de avêt. Bi damezirandina Kadekê û nehiþtina PKK-ê me dest bi guhortinê kir û ji aliyê siyasî û rêxistinî ve hinek gav avêtin û qerarên giring hatin standin. Her hingê dubendî di navbera me de hebû. Hinekan digotin em nav û bernameyê biguhorin lê belê em di sîstema berê de israrê bikin. Hinekên dî ko em bûn me digot heger guhortin çêbe divêt ne tenê di nav û bernameyê de lê belê di sîstemê bi xwe de guhortin çêbin. Þerê di navbera me û muhafezekaran de heta 2003-yê dewam kir û di taliya 2003-yê de dema civîna damezirandina Kongra-Gel çêbû me projeyeka nû pêþkêþ kir û got divêt em yekcar dest ji sîstema PKK-ê ya berê berdin û sîstemeka nû ava bikin.
— Di sîstema nû de demokrasî dihat parastin û avahiyên sîstemê dê bibûna xudanbiryar. Dema ko me ew qerar standin dijayetiya di navbera me de pir tûj bû. Di sala 2004-ê de dijayetî zêde bû û di bihara wê salê de jî em ji hev cida bûn. Di kongreya Kongra-Gel de qerar li gor me derketin û piraniya berpirsiyariyan jî ket destê me lê belê kadro nehatibûn qane kirin û PKK-ya 30-salî jî nedixwest bêt guhortin. Konservatîvan di 25-ê sibata 2004-ê de derbeyek kirin û em wekî nemeþrû dan nîþandan. Ew sîstema berê nedihat guhortin.
Arif Zêrevan : — Piþtî ko hon û yên ko Kongra-Gel ket destê wan de ji hev cida bûn, we herdu aliyan li ser Abdullah Ocalanî þer dikir û her aliyekê ji we dixwest Abdullah Ocalan piþtgiriya aliyê wî bike. We herdu aliyan jî apocîtî dikir yan ne ?
Osman Ocalan : — Ji bo parastina mafê mirovî nêrînên Abdullah Ocalanî yên baþ jî hebûn û wan nêrînan rê dida guhortinan. Me wisa tefsîr dikir û parêznameya wî ji xwe re dikir bingeh. Yên ko guhortin red dikirin wan jî jiyana PKK-ê ya kevin ji xwe re dikir bingeh. Me digot te di parêznameya xwe de behsa guhortinê kiriye û piþtgiriya me bike. Muhafezekaran jî digotin ko vana PKK-ê ji hev dixin û ew li keda PKK-ê ya kevin xwedî derdiketin û digotin bila Abdullah Ocalan piþta wan bigire. Di navbera me de têkoþînek li ser vê yekê hat kirin. Serokê PKK-ê Abdullah Ocalanî ji ber ko guhortinên me dê serokatiya wî zeîf bikira xeta me red kir û piþta kevneperestan girt.
Arif Zêrevan : — Bo çi Abdullah Ocalan êriþên pir exlaqî tîne ser we. Bo nimûne di hevdîtinên xwe yên digel aboqatan re behsa te dike û dibêje Osman li pey jinikan ketiye û heta ji bo te dibêje ”bêþeref” û ”bênamûs”. Tu ji van gotinên wî re çi dibêjî ?
Osman Ocalan : — Bi rastî ez jî nikarim bersivekê bidimê. Bi siyasî be ew ne gotinên di cih da ne, bi civakî be ew ne gotinên di cih da ne. Ew gotin min biçûk nake û xudanê wan gotinan bi xwe biçûk dike. Di jiyana xwe de ti caran min bêrêzî li hemberî wî nekiriye. Min herdem rêza wî girtiye û gotinên wisa ji devê min derneketine û ko derketibin jî ez lê poþman bûme. Nêrîneka wekî ya wî rastiyan vediþêre lê belê rastî gihiþtine qunaxeka wisa ko hêdî nikarin bên veþartin. Ez dibêjim gotinên wisa zererê dide xwediyê xwe û zererê nade min. Ez ti caran bersiva wî bi awayê wî nadim. Ne ji bo serokê PKK-ê, ji bo ti kesê ez bersiveka wisa nadim.
Arif Zêrevan : — Baþ e, ma ev problemeka wî ya þexsî ye ko wisa hereket dike. Dema ko xuþka we Hawa jî çûbû serdana wî ew aciz bû û got heger destê wî ji Hawayê bigirta wî dê ew bavêta erdê û bi lingên xwe pê li zikê wê bikira. Mirov nizane ka sebebê vê helwêsta wî çi ye. Bo çi ew wisa dike ?
Osman Ocalan : — Nêrînên Hawayê hene. Ew jî di nav jiyanê de rastiyan dibîne. Hawa nêrînên me baþtir dibîne. Hawayê qenaeta xwe ji wî re gotibû. Abdullah Ocalan ji ber nêrînên wê ji wê jî aciz bûbû. Sebebê vê jî ew e ko ji bilî xwe hurmeta wî ji ti kesê dî re nîne. Ew dibêje bila hemî kes rêzê ji wî re bigire lê belê ew ji ti kesê re rêzê negire. Ez dibêjim ew reftarên wî zeafeka þexsiyeta wî bi xwe ye. Hêj di biçûkiya xwe de her kesê ji wî hez kiriye lê belê wî ji ti kesê hez nekiriye. Wî xwestiye ko hemî kes rêzê jê re bigire û ew rêzê ji kesê re negire. Ne tenê di siyasetê de, di civatê de jî ew bi wî rengî bû. Em sê bira ne, wî herdem dixwest ko desthilatdar be. Birayê min yê navîn Mihemed zêde gazind dikirin lê belê min jî dengê xwe nedikir û min dixwest ko bi hemî mirovan re bidim û bistînim. Min dixwest mafê yekê dî çi be yê min jî ew be û ti mafên min yên zêde yan kêm nebin.
Arif Zêrevan : — Tu bi xwe hem li Kurdistanê mayî û hem jî di nêv gerîlayan de jiyayî. Birayê te Abdullah Ocalan serokê PKK-ê ye û 15 salan gerîlayên wî li Kurdistanê þer kirin. Abdullah Ocalan bi xwe yek rojê tenê jî nehat Kurdistanê û ji gerîlayên xwe re negot quwet be ji we re, Xwedê arîkarê we be. Bo çi ew ti caran nehat Kurdistanê ?
Osman Ocalan : — Ew pirseka wisa ye ko divêt mirov li ser raweste û binirxîne. Pêwist bû ko hatinûçûneka wî ya Kurdistanê hebûya. Ez nabêjim bila hemî jiyana xwe li çiyan bijiya lê belê gerek ew dem bi dem bihata û di çiyayên Kurdistanê de rewþ di cih de bidîta. Dê tesîreka baþ ya hatina wî li ser þerî jî hebûya. Wî sîstema xwe li Sûriyeyê bi cih kiribû û neçû ti welatên dî jî. Heger ew hewqasê bi Sûriyeyê ve nehata girêdan û bihata çiyayan û vegeriyaya û biçûya welatên dî jî ez bawer dikim gelek problemên me dê wekî ko bûn derneketina. Hingê dê bikariba serokatiyeka maqûltir bike.
Arif Zêrevan : — Abdullah Ocalan çendcarekê gotiye ko wî PKK bi zelamên dewleta Tirkiyeyê, bi pereyên dewleta Tirkiyeyê û bi îmkanên dewleta Tirkiyeyê ava kir û heta sê salan jî wî ji hêviyên dewletê zêdetir bo dewletê kir lê belê paþê ew revî û çû Sûriyeyê. Tu van gotinên wî çawa tefsîr dikî ?
Osman Ocalan : — Di destpêka PKK-ê de þik ji hinekan heye. Yek ji wan pîlot Necatî bû û yek ji wan Kesire Yildirim bû. Ez bi xwe bawer nakim ko Kesire Yildirim miroveka dewletê ye ji ber ez hinekê wê nas dikim. Min Necatî jî carekê dîtiye. Þik li ser hinek kesên dî jî hebû lê belê em rabin û bibêjin ko ew jî zelamên dewletê bûn ne rast e. Abdullah Ocalan ji bo wan dibêje zelamê dewletê.
Arif Zêrevan : — Baþ e, ma Abdullah Ocalan bêbextiyê li wan dike ?
Osman Ocalan : — Ji bo hinekan ez dikarim bibêjim ko bêbextî ye. Ez nikarim bibêjim ko Kesire Yildirim ajana dewletê bû. Têkiliyên babê wê bi dewletê re hebû lê belê maneya wê ne ew e ko babê wê çi be ew jî ew e. Babê min cotkarekê normal bû, ez nebûm cotkar, ez bûm siyasetmedar. Dema ko Kesire Yildirim di nav xebatê de bû jî ti kesê bi wî çavî lê nedinêrî. Ez dibêjim ji belgeyan zêdetir texmîn hatine kirin.
— Meseleya pereyên dewletê jî, dema ko Abdullah Ocalan xwendekar bû ji dewletê burs û kredî standiye. Herwiha demekî li daîreya Tapo ve Kadastroyê memûr bû û meaþ distand. Bi vê maneyê pere ji dewletê wergirtiye. Ez di avakirina PKK-ê de þikeka dîrek nabînim. Îndîrek dibe ko tesîra dewletê li ser avakirina PKK-ê çêbûbe.
Arif Zêrevan : — Hinek analîst dema ko li þerê PKK-ê yê 15 salan dinêrin, dibêjin ew firseteka baþ bû bo dewleta Tirkiyeyê. Tirkiye bi hêceta PKK-ê hem kontrola xwe li ser bakurê Kurdistanê zêde kir û hem jî hat heta baþûrê Kurdistanê. Ji aliyekê dî ve ordiya Tirkiyeyê – ko ordiya didoyê ya Natoyê ye – ti caran neketibû ti þeran û tecrubeya wê ya þerî nebû. Ev þerê PKK-ê bo ordiya Tirkiyeyê bû tetbîqateka eskerî û ne tiþteka dî.
Osman Ocalan : — Em bi xwe di nav þerî de bûn û þerekê pir cidî bû. Hejmara ko Tirkiye bo xwe dide kêm e. Bi vî þerî bingehê Tirkiyeyê hat hejandin û Tirkiye zû-zû bi ser xwe ve nayê.
Arif Zêrevan : — Lê belê ji eskerên tirkan zêdetir gerîlayên we hatin kuþtin ?
Osman Ocalan : — Ji dewletê pirtir hatin kuþtin. Dewlet dibêje ko wê 25 000 kuþtine ew ne rast e. Digel wan cînayetên qatilnediyar bi tevahî hejmara þehîdên gelê kurd 15 000 e. Dor 11 000 gerîla hatine kuþtin û 4 000 jî ji xelkê hatiye kuþtin. Ez bawer dikim ko ji komara Tirkiyeyê li dor 40 000 kesan hatin kuþtin. Di hin çalakiyan de me kuþtiyên wan yek bi yek tesbît dikir lê belê dema ko daxuyanî didan ji dehan yek didan. Þerekê pir dijwar hat kirin lê belê piþtî 1995-ê hêdî þer ne di xizmeta gelê kurd de bû. Problema kurdî hêdî bi sîleh çareser nedibû û diviya me dest ji sîlehan berdaba. PKK-ê di þerî de israr kir û xeletiyên herî mezin jî piþtî hingê derketin pêþ.
ARIF ZÊREVAN
http://www.kerkuk-kurdistan.com