
Li Akrê petrol hat dîtin
Wext: Saturday, 18.September. @ 00:00:00 CESTMijar:
    Nefta nu a li Akrê li netewa Kurd û li Kurdistan ê pîroz be.
AKRÊ, 18 / 9 / 2004 — Xêr û bereketa welatê Kurdistanê her ko diçe bêtir dibe. Hat ragîhandin ko ji gava ko Kurdistana dewlemend ketiye destê kurdan û vir de dewlemendtir dibe. Welatê ko heta niha ji ber dewlemendîya wî ya serax û binax, dewletên cîhanê û yên herêmê hertim li ser þer kiriye û li gora gelek pirsporan, ev yek jî bûye sedema bindestkirina kurdan ya bingehî, êdî gul vedide û bêhna xwe ya xweþ li Rojhilata navîn belav dike. Li gora agahdarîyên ko ji bo Kerkuk-Kurdistanê hatin ragîhandin, li bajarê baþûrê Kurdistanê Akreyê, petroleke pir hatiye dîtin.
Dîsan hat gotin ko petrola hatiye dîtin, ji ya Kerkûkê bêtir e û herweha tê îdîakirin ko ev dê di cîhanê de bibe devera petrolê ya herî mezin jî.
Li gora pisporekî petrolê ko ev nûçe ragîhand, kurd di rewþên weha de, nema dizanin bê divê dilên xwe xweþ bikin, an na. Ji ber ko her gava ko dewlemendîyek li ser dewlemendîyên heyî zêde dibe, bala dewletên cîhanê û nemaze jî yên dewletên cîran bêtir dikeve ser Kurdistanê û herweha hewildanên ji bo pêþîlêgirtina azadîya neteweyê kurd bêtir xuya dibin. Li gora hin þirovekaran jî kurdan heta niha ji xêr û bereketa welatê xwe tu xêr nedîtiye û ev xêr û bereket her bûye para xelkê. Li gora wan, bi gotineke din, dewlemedîya welatê kurdan, ji xwe, hertim bûye bela serê kurdan.
Lê hin kesên diin jî dibêjin ko baþûrê Kurdistanê êdî ji alîyê kurdan ve tê birêvebirin, loma jî divê kurd êdî ne ji dewlemendîya xwe û ne jî ji pêþeroja xwe bitirsin. Ji ber ko li wê quncika Kurdistanê, dewleteke kurdan heye û ew bingehê misogerîya parastina dewlemendîyên welatî ye.
KK-Nûçe
http://www.kerkuk-kurdistan.com
|
|
Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com
Bo ev nûçe navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=News&file=article&sid=5366
|