Tayyip Erdogan: Yekîtiya Ewropayê nikare tevlî karên me yên daxilî bibe

Wext: Friday, 17.September. @ 00:00:00 CEST

Mijar:

ENQERE, 17 / 09 / 2004 — Serokwezîrê tirkan Tayyip Erdogan dibêje Yekîtiya Ewropayê nikare midaxeleyê karên wan yên daxilî bike. Ew dibêje þertên siyasî yên Kopenhagê hene, þertên aborî hene û tirkan tev pêk anîne. Wekî dî heqê Yekîtiya Ewropayê nîne behsa qerarên meclisa tirkan û karên daxilî bike. Berdevkê Yekîtiya Ewropayê gotibû gerek qanûna prensîbên cezadayinê li hev radigere ji beriya 6-ê çiriya pêþî -2004-ê di meclisa tirkan de bêt qebûl kirin. Erdogan vê mîna midaxaleya daxilî hesab dike. Lê Yekîtiya Ewropayê daxilî û ne daxilî nîne. Dezgehên Yekîtiya Ewropayê dikarin xwe tevlî karên “daxilî” yên welatên endam û berendam bike.

Welatên dixwazin bibin endamên Yekîtiya Ewropayê hemî dem û dezgehên xwe li gor Yekîtiya Ewropayê eyar dikin.

Tirk fermî dixwazin bibin endamên Yekîtiya Ewropayê lê naxwazin qanûn û dezgehên xwe li gor Yekîtiya Ewropayê eyar bikin. Gerek qanûna cezayan jî li gor prensîbên Yekîtiye Ewropayê bêt rast kirin. Yekîtiya Ewropayê dê raporekê di derbareyî tirkan de amade bike da bizane ka tirkan þert pêk anîne yan ne. Lewra jî berdevkê Yekîtiya Ewropayê dibêje gerek qanûn di meclisa tirkan de bêt qebûl kirin.

Tayyip Erdogan dibêje çawa ew xwe tevlî karên daxilî yên welatekî dî nakin wisa jî Yekîtiya Ewropayê heq nîne xwe tevlî karên wan, meclisa wan bike. Gerek ev ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve bêt hesab kirin ko tirk naxwazin bibin endam. Lê Yekîtiya Ewropayê heta niho bêqanûniyê dike û danûstandinan bi tirkan re dike. Li gor hiqûqê Yekîtiya Ewropayê nabe mizakere bi tirkan re bên kirin. Tirk dagirker, þekncecî, talanker, heqê mirovan nas nakin û ya herî giring 35% ji niþteciyên dewleta tirkan kurd in û Yekîtiya Ewropayê bêyî viyan û daxwaza kurdan mizakereyan bi tirkan re dike.

Siyasetmedarên tirkan çaxê di mixalefetê de ne gelekî demokrasîxwazin, terefdariya Yekîtiya Ewropayê dikin. Lê çaxê hikûmetê ava dikin dijberiya hemî prensîb û qanûnan dikin. Tayyip Erdogan û partiya wî ji yên berî xwe zêdetir terefdariya guhortinê dikir. Lê vî demê dawî ew jî mîna yên berî xwejî helwesteka negatîf digire. Nayêt zanîn ka esker zorê li wî dikin dijberiya Yekîtiya Ewropayê bike yan jî ew jî gihaye qenaeta ko tirk nikarin bibin endamên Yekîtiya Ewropayê.

Tirk dixwazin kêþeya endametiyê dirêj bikin û heta ji wan bêt firsetê bibînin ko kurdan ji ortê rakin. Dewleta tirkan ji mecbûriyeta xwe behsa endametiya Yekîtiya Ewropayê dike. Ew naxwazin li gor þertên Yekîtiya Ewropayê bibin endam. Lewra jî helwesteka wisa digirin ko mirov dibêje qey Yekîtiya Ewropayê dixwaze bibe endama tirkan û ne berevajiyê wê.



KK-Nûçe
http://www.kerkuk-kurdistan.com









Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo ev nûçe navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=News&file=article&sid=5365