ENQERE, 17 / 09 / 2004 — Konseya emniyeta tirkan dezgehê herî bilind e ko qeraran di derbareyî emniyeta tirkan de dide. Berî demekê ew kom bû. Sekretiya analîz û lêkolînên konseyê daxuyaniyek weþandiye û li gor analîz û agahiyên konseya tirkan îhtimal heye li Kerkûkê þer bibe. Li gor agahiyên medyaya tirkan daxuyaniya konseyê dibêje kurd kar dikin demografiya Kerkûkê biguhorin. Tirk dibêjin berî demekê heyeteka wan çûbû Kerkûkê ( 6-11- temûz-2004 ) û dîtin ko kurd kar dikin demografiya Kerkûkê biguhorin û ev rewþ protesto kirin. Piraniya kurdên ji Kerkûkê hatine derxistin venegerane ser cihên xwe. Tirk dibêjin ew qebûl nakin kurd vegerin ser mal û erdê xwe.
Konseya emniyeta tirkan dibêje heger Kerkûk nekeva nav îdareya Kurdisatnê jî dê bibe bajarekî kurd ji ber piraniya niþteciyên bajarî dê kurd bin.
Konseya tirkan ji analîzê zêdetir daxwaza xwe ya þerî aþkere dike. Hikûmeta Iraqê, qanûna esasî ya Iraqê qerar daye ko kesên di dema Sedam Hisênî de ji cihên wan hatine derxistin dê vegerin ser cihên xwe. Berpirsyarên kurd, iraqî çendîn car gotin tirkan xwe tevlî karên Iraqê yên daxilî nekin lê tirk nasekinin û dixwazin li Kerkûkê þerî bidin kirin.
Li gor nûçeyên medyaya tirkan berdevkê wezareta derve ya tirkan di preskonferansekê de behsa operasyona Telehferê kir û got operasyon xelas bûye lê ew meseleya tirkmenan gelek giring dizanin û gerek waliyê telehferê tirkmen be.
Medyaya tirkan êrîþî kurdan dike û mîna kurdan operasyon li Telehferê kiribe propagandeyê dikin. Berpirsyarên emerîkî dibêjin operasyon li dijî teroristan bû û tirkan ev gelek baþ dizanî.
KK-Nûçe
http://www.kerkuk-kurdistan.com