Eric Edelman dibêje tirkmen dê waliyê Telehferê bibijêrin lê behsa waliyê Diyarbekirê nake

Wext: Thursday, 16.September. @ 00:00:00 CEST

Mijar:

ENQERE, 16 / 09 / 2004 — Ambasadorê Emerîkayê yê Tirkiyeyê Eric Edelmanî bi hindek kesên di rojnameyên tirkan de kar dikin re axaft û di derbareyî operasyona Telehferê de agahî da wan. Edelman dibêje tirkan dizanî armanc û rewþa operasyona çiye ji ber ko wan agahî didan zabitên tirkan yên li Mûsilê û yên li Emerîkayê. Edelmanî got 200-300 terorist ketibûn Telehferê û dixwestin li Telehferê jî mîna Necefê û Kerbelayê bikin. Edelman dibêje dê waliyê Telehferê kesekî/a tirkmen jê hez bikin be yan ew dê bixwe bibijêrin.

Telehferê walî nîne. Telehfer qezaya Mûsilêye. Heger Telehferê tiþtek hebe dê qaymeqam be û ne walî. Telehfer bajarekî Kurdistanêye.

Tirkmen, ereb yan hindek dî lê bijîn jî ew bajarekî Kurdistanêye. Tirk xwe tevlî karên daxilî yên Iraqê dikin û emerîkî rê didin wan. Ev bi kurdan û bi hemî xelkên Iraqê xweþ nayêt.

Tirk dixwazin rojavayê Mûsilê nekeve nav îdareya Kurdistanê û ew herêm bibe tiþteka taybetî. Daxwaza tirkan ya vekirina deriyê didoyê li, pêþabûrê, jî ev e. Ew hesab dikin ko di paþerojê de çaxê hidûdên federasyona Kurdistanê diyar bibin jî gerek wan rêyeka diçe nav Iraqê ko ne li nav herêmên di bin îdareya Kurdistanê re hebe. Lê kurd vê bicarekê qebûl nakin. Dibêjin ferqa Zaxo û Telehferê nîne. Herdu jî bajarên Kurdistanê ne.

Tirk dibêjin ew dê arîkariyê bo tirkmenan rêkin û tîmên hêza taybet dê wî karî bikin. Hikûmeta Kurdistanê û hikûmeta Iraqê dê li ser vê daxwaza tirkan çi bibêjin ne diyar e lê balkêþ e ko tîmên hêza taybet xwarin beteniyan bo tirkmenan bibin.



KK-Nûçe
http://www.kerkuk-kurdistan.com










Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo ev nûçe navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=News&file=article&sid=5360