
Xusro Goran: Pirsa Mûsilê pirsa Kurdistanê ye
Wext: Saturday, 11.September. @ 00:00:00 CESTMijar:
» STOCKHOLM, 11 / 09 / 2004 — Di sala 1960 î de li Berdereþê* çêbû. Di 16 salîya xwe de, bi endametîya PDKyê ve beþdarî xebata sîyasî û rêxistinî bû. Di 18 salîya xwe de, gava li Mûsilê dixwend, ji alîyê hêzên ewleyîyê ve hat keþifkirin û êdî di bajarê wî de star jê re nema. Hingê di Zivistana 1978an de, berîya ko roj li bajarê ber dilê wî hilê, mecbûr ma ko derkeve. Xortekî 18 salî kolanên xwe, heval û hogirên xwe û nas û dostên xwe li dû xwe hiþtin û carekê bi tenê li ser stuyê xwe zîvirî û çavên xwe bi xemgînî li hemû deverên cîh û warê xwe gerandin. Xortekî di çax û benga xwe de, xwe ji ber xezeba tarîtîyê da alî û xwe avêt bextê çîyayên welatê xwe.
Ji gava ko çîyayên bilind jê re bûn star, wî ne Garê hiþt, ne Metînan, ne Xêrê û ne jî Komateyê. Gav bi gav, þiverê bi þiverê, gelî bi gelî, newal bi newal û gund bi gund gerîya û stewîya. Piþtî 1980yî, berê xwe da bakurê Ewrûpayê û di þeva Newrozê de, li paytextê Swêdê li Stockholmê bêhna xwe veda.
Yê ko xwe li nîvgirava Skandînavyayê girtibû û ji ber xezebê ji xwe re li starekê gerîyabû, Xusro Goran bû. Xusro Goranî berê li Unîversîteya Stockholmê beþê ekonomîyê qedand û piþtî xebata xwe ya li Handelsbankenê, dîsan li Unîversîteya Stockholmê vegerîya û îcar dîroknasî xwend. Di pêvajoya jîyana xwe ya li Swêdê de, di rojnameyên mîna Dagens Nyheter, Folket i Bild, Arbetaren û hwd de gelek nivîsarên wî hatin weþandin. Di 1991ê de, gava serîhildan çêbû, rasterast çû Kurdistanê. Kulîlkên welatî wî xwe xemiland û hatin pêþîya wî. Lê di demeke kurt de kêfa wî lê hat þikandin û piþtî koça neteweyekî ya dîrokî, dîsan vegerîya Swêdê. Di sala 1992yan de, di kongreya Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê de, ji bo endamîya Komîteya Karger hat hilbijartin û bû berpirsîyarê Federasyonê yê malî. Piþtî hilbijartinên 1992yan, gava çirûskeke hêvîyê xuya bû û pê re nîþana ko êdî çîyayên vî welatî jî dê rûyê biharê bibînin dîyar bû, vegerîya Kurdistanê û di 1993yan de bû endamê Komîsyona Lêkolînan ya Navendî ko bi Polîtburoya PDKyê ve girêdayî ye. Li gel karên xwe yên lêkolînê, berpirsîyarîya pêywendîyên li gel rêxistinên girseyî û sendîkayan jî kir. Di Adara 1994an de bû midûrê Parlamentoya Kurdistanê. Di 2003yan de, berê bû berpirsîyarê Liqê 14an yê duyem û dû re jî di heyva Gulana 2003yan de, li ser navê kurdan, bû cîgirê walîyê Mûsilê. Zewîcî ye, sê kurên wî hene, malbata wî li Kurdistanê bi cîh bûye û zarokên wî li wira diçin dibistanê. Heta niha li gel gelek pirtûk û buroþurên kollektîv û herweha li gel berdewamîya nivîsîna di rojname û kovarên cuda de, du pirtûk jî nivîsandine. Yek jê di 1990î de bi erebî hatiye nivîsandin ko navê wê ”Di Pêvajoya Dîrokê de Kurdistan” e û ya din di 2002yan de bi kurdî hatiye nivîsandin ko navê wê ”Kurd li Wîlayeta Mûsilê” ye.
Ev du hefte ne ko Xusro Goran li Swêdê ye. Ew di warê pirsa Mûsilê de pir þareza ye, gava min pê re suhbet kir, min dît ko li gel þarezabûnê, serê wî jî di vê pirsê de pir zelal bû û herweha bi awayekî bixwebawer dipeyivî. Loma jî min hatina wî ya Swêdê fersend dît û hevpeyvînek pê re kir û hin pirsên ko dihatin meraqkirin jê pirsîn. Ez niha vê hevpeyvîna li gel cîgirê walîyê Mûsilê Xusro Goranî li jêrê pêþkêþ dikim.
Kek Xusro, heger destûr hebe, ez dixwazim ji navê Iraqê dest pê bikim. Ji bo çi navê dewleta hevbeþ dê Iraq be? Bi qasî ko ez dizanim, Iraq navê herêmekê ye ko dikeve binîya xeta Tîkrît-Rumadîyê. Heger ev dewlet dê di serî de dewleta du neteweyên sereke be, heger ev dewlet dê dewleteke federal be, çima navê herêmeke ereban lê tê kirin ?
Xusro Goran: Heger em bala xwe bidin dîrokê, em ê bibînin ko gava îslam hat herêmê, ereban hingê ji baþûr û naverasta Iraqa niha re digot Bîlad el-Iraq. Yanî welatê Iraqê. Bi bawerîya min peyiva Iraqê jî bi erebî tê mahneya welatê kevnar û esîl û herweha xwedîmedenîyet. Lê kesî tu caran ji baþûrê Kurdistana re, yanî ji qewla hinan, ji ”bakurê Iraqê” re, negotiye ”Iraq”. Wexta navê Iraqê ji kevin de dihat bilêvkirin, qesda peyivê, sînorên ji Tîkrît û heta çîyayê Himrînê bû. Heger mirov bala xwe bide nexþeyên dema osmanîyan jî -heta yên berî sed salan jî- Iraqa îroj ji sê deveran pêk dihat: Iraq, Kurdistan û Cezîre ( Cezîre dikeve rojavayê Mûsilê û devera ber bi sînorên Sûrîye û Urdunê ve ye ). Ev di nexþeyên osmanîyan de jî pir dîyar e. Lê ev 83 sal in ko dewleta Iraqê heye. Di 1926an de baþûrê Kurdistanê jî ji vê dewletê re hat hiþtin. Ji wê gavê û vir de, di nav sînorê Iraqê de hat hesibandin.
Ez li gel peyiva te me, pêwîst e ko ji bo vî welatî navekî nuh bête peydakirin. Ne bi tenê navê welatî, heta lazim e ko alaya welatî, sembola welatî û marþa welatî ji nuh ve bên tesbîtkirin. Divê di vê dewleta nuh de, rengên herdu neteweyan hebin. Heger em vegerin ser navî, bo nimûne; gava dewletek ji çekan û slovakîyan hat damezrandin, navê wê ji kombînezona navên herdu neteweyan pêk hat û bû Çekoslovakya. Di avakirin û navlêkirina Yûgoslavyayê de jî her bi vî awayî bû. Mahneya Yûgoslavyayê, welatê slavên baþûr e. Ji ber ko sê slav hene, slavên rojava ji çek, polonî û hwd pêk tê, slavê rojhilat ji rûs, belûrûs, ûkraynîyan û slavên baþûr jî ji serb, xirwat, makedon, sloven û boþnaqan pêk tê. Ji ber vê yekê jî navê Yûgoslavyayê, hemû slavên baþûr sembolîze dikir. Loma jî di eslê xwe de, divê di navê vê dewleta nuh de ko dê bikeve þûna Iraqa kevin, di serî de rengên herdu neteweyan hebin.
Eynî tiþt ji bo alaya Iraqê jî derbas dibe. Em li Kurdistanê niha alaya Iraqê bilind nakin. Mebest ne ne ew e ko em cudaxwaz in, an jî ji yekîtîya Iraqê hez nakin. Lê alaya Iraqê ya îroj alaya baasîyan e. Ev alaya ha, di sala 1963yan de, gava baasî cara yekem desthilat xist destê xwe hatiye tesbîtkirin. Ew sê stêrkên kesk ên di alayê de hene, nîþana yekîtîya ereban e. Heger mirov bala xwe bide alayên Misir, Sûrîye û Iraqê, mirovê bibîne ko di alaya Misirê de stêrkek, di alaya Sûrîyeyê de du stêrk û di ya Iraqê de jî sê stêrk hene. Ev ji ber yekîtîya sêdewletî dihat. Ew yekîtî bi serneket lê alaya wan her ma. Ya rastî, Konseya Hikûmeta Iraqê ya demî, biryara alayeke nuh dabû, lê li ser alaya ko hatibû pêþnîyazkirin lihevhatinek pêk nehat. Loma jî ev pirs niha ji pêþerojê re hatiye hiþtin. Pêwîst e ko rengê kurdan di alaya Iraqa nuh de hebe û divê rengê welatê Iraqê yê nuh nîþan bide ko ew ne nîþana yekîtîya ereban e, lê nîþana yekîtîya hemû beþên rengcuda ne ko Iraqê pêk tîne.
Tu cîgirê walîyê Mûsilê yî û herweha wekî pisporekî Mûsilê jî têyî naskirin. Loma jî ez dixwazim bi pirsa mahneya peyiva Mûsilê dest bi pirsên li ser Mûsilê bikim. Mahneya peyiva Mûsilê çi ye ?
Xusro Goran: Ereb dibêjin ko ev peyiv ji gotina ”El Mûsil” hatiye. Yanî ew cîhê ko deveran digîhêjîne hevdu. Lê ev ne rast e. Ji ber ko berîya ko ereb û îslam bên herêmê, nave Mûsilê hebû. Belgeyên Ksenefonê yûnanî yên BZ (berîya zayînê) di sala 401ê de, vê yekê pir eþkere didin zanîn. Weke tête zanîn, Ksenefon bi xwe hem serdarekî leþkerî û hem jî dîroknivîs bû. Gava ordîya yûnanî di þerekî xwe yê li dijî þahê farisan de þikest, berê xwe da bakur û av û av hat. Çaxa Ksenefon gîhiþt Mûsilê, dibêje ko bajarekî kevin ê wêran li vê derê heye ko navê wî Nînova ye. Di dema xwe de, medan ew þewitandibû û xelkê wî bajarî nehêlabû. Ksenefon dewam dike û dibêje ko li alîyê avê yê din bajarekî piçûk heye ko jê re dibêjin; Mûsil. Sîyaseta ereban baþ tê zanîn ko ew dixwazin hemû navan erebîze bikin. Loma jî ereban navê Mûsilê kir El Mûsil, yê Akrê kir Eqre, navê Kîrmanþah kir Qermesîn, Somîra kir Samara, Serê kanîyê kir Ras el Eyn.
Herkes dibêje pirsa Mûsilê û qesda herkesî tiþtekî cuda ye. Li gora te, pirsa Mûsilê çi ye û çi heqê kurdan li wê derê heye ?
Xusro Goran: Divê ez ji bo bersiva vê pirsê, berê paþbingehekê raxim ber çavan. Yanî hinekî berê xwe bidim dîroka peydabûna vê pirsê. Mûsil bajarekî pir kevin e. Berîya bi hezaran salan derûdora Mûsilê paytextê împaratorîya asûrîyan bû. Dû re medî hatin. Gava ereb û îslam jî hatin, nivîskarên ereban got ko du taxên Mûsilê hebûn; taxek ya fileyan bû û taxek jî ya mecûsîyan, agirperestan bû. Ev taxa duyem ya medan bi xwe bû. Wextaê îslam hat, Mûsil bû navendeke medenîyetê ya giring. Mûsil herweha di dîrokê de bûye paytextê gelek mîrîtîyan. Ew hertim bûye bajarekî senet, aborî û bazirganîyê. Bê bajarê Helebê ji bo Sûrîyeyê çi qasî giring e, Mûsil jî ji bo Iraqê ew qasî giring e. Mûsil hertim navenda wîlayetê bû. Di dema osmanîyan de, li Iraqa niha sê wîlayet hebûn: Basra li baþûr bû, Bexda li naverast bû û Mûsil li Kurdistanê li bakur bû. Li her wîlayetekî walîyek hebû. Wîlayeta Mûsilê ji sê sencaqan pêk dihat: Silêmanî, Kerkûk û Mûsil. Sînorê wîlayetê, li baþûr çiyayê Himrîn û Mekhûl bûn û li bakur sînorê ko niha di navbera dewleta Iraq û Tirkîyeyê de bû. Gava ez behsa sê sencaqan dikim, divê bête zanîn ko Duhok û Hewlêr jî aîdî wîlayeta Mûsilê bûn. Di dema osmanîyan de, ji 2/3yên þênîyên vê wîlayetê kurd bûn. Yên mayî jî ereb, tirkmen, cihû, asûrî, suryanî, kildanî û hwd bûn. Di nav sînorên vê wîlayetê de, herdem mîrîtîyên kurdan hebûn. Bo nimûne, li Silêmanîyeyê Mîrîtîya Baban, li Rewandizê ( ku Hewlêr jî di nav de bû ) Mîrîtîya Soran, li Amedîyê ( Duhok jî di nav de ) Mîrîtîya Behdînan. Li Mûsilê bi tenê walî hebû û desthilata wî bi tenê li nav bajarê Mûsilê bû. Ev mîrîtî hemû xwedî desthilat bûn û ne di bin desthilata walîyê Mûsilê de bûn. Lê di dawîya sedsala 18an de, ji bo hilweþandina hemû mîrîtîyên kurdan, hemleyeke osmanîyan ya mezin dest pê kir. Cara yekem Mîrê Baban û dû re jî Mîrê Soran û li pêy wan Mîrê Botan hatin þikandin û osmanîyan bi vî awayî tu mîrîtî nehêla. Piþtî Þerê Cîhanê yê Yekem, daxuyanîya Wîlsonî mecal da ko hemû neteweyên netirk ko di bin destê osmanîyan de bûn, karibin bigîhêjin mafên xwe. Dû re Peymana Sevrê hat. Vê Peymanê mafê damezrandina dewletekê da kurdan. Lê rabûna Kemal Ataturkî û Þoreþa Oktobrê û herweha peydabûna petrola li Kurdistanê xewna kurdan têk bir, kêfa wan li wan þikand û hêvîyên wan pûç kirin.
Pirsa Mûsilê di sala 1923yan de peyda bû. Ev pirs di navbera dewleta Tirkîyeyê û dewleta Iraqê ya bi piþtgirîya îngilîzan ve nuh hatibû avakirin de derket ortê. Ev pirs çareser nebû, loma jî dewrî Koma Neteweyan bû. Koma Neteweyan di sala 1924an de komîsyonek destnîþan kir û hinart wîlayeta Mûsilê. Ev komîsyon ji serokwezîrê Macaristanê yê kevin Kont P. Teleki, wezîrê Swêdê M. Af Wirsen û A. Paulisê belçîkî pêk hat. Serokê wê jî M. Af Wirsenê swêdî bû. Komîsyonê ji bo salekê wezîfe wergirt. Endamên komîsyonê li gelek bajar û gundan gerîyan û li gel xelkê pêywendî danîn û raporek amade kir. Di Çileya Pêþîn a 1925an de jî rapora wan hat pêþkêþkirin. Di raporê de jî gava behsa Iraqê bûye, Mûsil tu carî di nav de nehatiye hesibandin. Di raporê de dîyar e ko Iraq heta Tîkrîtê ye. Di raporê de herweha tête gotin ko gava mirov ji alîyê nifûs û zimanî ve berê xwe bidê, ji sedî þêst û pêncên ( %65 ) þênîyên wira kurd in, loma jî mirov dikare ji bo wan dewletekê ava bike. Lê ji alîyê aborîyê ve Mûsil girêdayî Bexdayê ye. Helbet, ev rapor ne bi dilê tirkan bû. Tirkan hewil da ko wîlayeta Mûsilê par ve bike. Yanî wan xwast bakurê Çemê Zê, ( Zêya piçûk ) li gel bajarê Mûsilê ji wan re bimîne û baþûrê wê jî ji Iraqê re bimîne. Lê ev tiþt nehat qebûlkirin. Ji ber ko îngilîzan gelek giringî dida vê wîlayetê. Li gora wan, ji ber gelek sedemên aborî, divîya ev wîlayet di nav sînorê Iraqê de bimaya.
Di destpêka 1926an de, ev wîlayet bi awayekî resmî bû parçeyekî iraqê. Lê di rapora komîsyonê de hatibû destnîþankirin ko heger ev wîlayet ji Iraqê re bête hiþtin, divê mafên kurdan bên paraztin û divê desthilateke kurdan a otonom hebe. Di sala 1930î de, gava desthilata Iraqê li Koma Neteweyan dewr bû û îngilîz ji Iraqê derketin, dîsan bi nivîsînê hatiye gotin ko mafên kurdan divê bên paraztin. Di sala 1931ê de, li Iraqê qanûna zimanî hat derxistin. Li gora wê qanûnê, zimanê kurdî li dibistanan, li dadgehan û li hemû deverên ko kurd di piranîyê de bûn, divê zimanê fermî bûya. Lê mixabin, ev yek di pratîkê de pêk nehat. Kurd li dijî vî tiþtî rabûn. Di destpêkê de serîhildana Þêx Mehmûdê Berzencîyî û dû re di sala 1932 yan de Þoreþa Barzanîyî çêbû. Bi dû wan re di sala 1943yan de, kurdan li Barzan serî hilda. Wexta ko melekî rabû û Iraq bû komar, di destûra Iraqê de hat nivîsîn ko li vî welatî, kurd û ereb hevbeþ in. Di alaya Iraqê û sembola Iraqê de, reng û sembola kurdan jî hebûn. Lê mixabin, di sala 1961ê de, hikûmetê hêdî hêdî gav bi þûn de avêt û mafên kurdan înkar kirin û loma jî Þoreþa Îlonê ya di bin birêvebirina PDKyê û serokatîya M. Barzanîyî de dest pê kir. Ew xebat roj bi roj xurttir bû, lê zilma hikûmeta Iraqê jî roj bi roj dijwartir bû. Dîroka peydabûna pirsa Mûsilê ev e. Pirsa Mûsilê pirsa Kurdistanê ye, pirsa Kurdistana baþûr e.
Gava mirov berê xwe dide dîrokê û belgeyên heyî, mirov dibîne ko kurd di Mûsilê de hertim piranî bûne. Ev yek di belgeyên Koma Neteweyan ya wê demê de jî pir eþkere ye. Li gora rapora Komîsyona Koma Neteweyan û li gora îstatîstîkên ko hersê dewletan, yanî yên ko Tirkîye, Qiralîyeta Iraqê û Îngîltereyê dan vê Komîsyonê jî kurd her di piranîyê de bûn? Loma jî ez niha dixwazim bipirsim, gelo îroj rewþa demografîya Mûsilê çawa ye ?
Xusro Goran: Heger em vegerin ser rewþa demografîya Mûsilê, me behsa sala 1925an kir ko bi belgeya Koma Neteweyan jî nifûsa kurdan di piranîyê de bû. Lê sînorên wîlayeta Mûsilê yên 1925an û yên îroj ji hevdu pir cuda ne. Iraq weke min berê jî got, hingê sê wîlayet bûn. Lê îroj ji 18 wîlayetên piçûk pêk tê. Mûsil yek ji van 18an e. Îroj Silêmanî, Kerkûk, hewlêr û Duhok ne li ser Mûsilê nin, ew wîlayetên serbixwe ne. Di van wîlayetên behskirî de, kurd ji sedî 95ê nifûsê pêk tîne, li Kerkûkê ji sedî pêncî zêdetir in. Li wîlayeta Mûsilê ya îroj jî nifûsa kurdan di navbera %35-40î de ye. Hêvîya me heye ko di heyva 10an de, ev tiþt dê bi awayekî baþtir bête zelalkirin. Ji ber ko hikûmeta Iraqê dê li hemû deveran hejmartinê bike. Nifûsa Mûsilê ya îroj 3 milyon e. Bajarê Mûsilê bajarê duyem e û li pêy Bexdayê tê. Navenda bajarî 1 750 000 e. 9 qezayên Mûsilê hene. Li hin qezayan kurd ji sedî 80yî zêdetir in; qezayên mîna Þengal, Þêxan, Mexmûrê. Li hin qezayan jî nifûsa kurdan di sînorê ji %50yî de ye; qezayên mîna Tilkêf, Qereqoþê. Li hin qezayên din nifûsa kurdan ji %50yî kêmtir e; qezayên mîna Tilafer, Qezaya Mûsilê û Beacê.
Tirkîyeyê di îstatîstîkên xwe yên ko di sala 1925an de dabûn Komîsyona Koma Neteweyan de, li Mûsilê behsa hebûna tirkmenan kiribû û pîvana wan %23,3 nîþan dabû. Gelek kes bawerîya xwe bi van îstatîstîkan naîne. Gelo li Mûsilê çi qas tirkmen hene û daxwaza wan ya axê çi qasî di cîhê xwe de ye ?
Xusro Goran: Ev ne rast e. Îstatîstîka herî cîhê bawerîyê, ew îstatîstîk e ko di 1957an de li Iraqê çêbûye. Li gora wê îstatîstîkê, nisbeta tirkmenan di navbera ji sedî çar-pêncan ( %4-5 ) de bû. Yên fileyan jî ew qas bû. Lê ferqek heye. Hebûna tikmenan ya li Iraqê, weke hebûna kurdan ya li Libnanê, yan jî weke hebûna me ya li Ermenistanê ye. Yên ko xwedîyên coxrafyayê ne, bi tenê kurd û ereb in. Deverek li Iraqê tune ye ko mirov bibêje ko ev axa tirkmenan e. Li nav bajarê Kerkûkê çend taxên wan hene, li nav Hewlêrê çend malên wan hene, li Mûsilê çend gund hene. Lê yê me, coxrafyayeke me ya bi ser hevdu heye. Heger mirov bala xwe bide salnameya dema osmanîyan ya Mûsilê, ew jî eynî tiþtî dibêje: Bi tenê kurd û ereb xwedîyên eþîr û axê ne. Tu ax nîne ko mirov karibe bibêje ko ev Tirkmenistan e. Rast e, dewleteke wan heye, bi navê Tirkmenistanê û ew jî li Asyaya Navîn e. Lê li gel vê yekê, em giringiyeke mezin didin mafên tirkmenan û divê mafên wan bêne misogerkirin û ew xwedîyê radyo, TV, dibistan û hwd bin. Lê daxwaza wan ya axê, ne di cîhê xwe de ye.
Rewþa Mûsilê ya ya sîyasî û birêvebirî niha çawa ye ?
Xusro Goran: Îroj li Mûsilê Meclîsek heye: Meclîsa Wîlayeta Mûsilê. Me li hev kiriye û ev meclîs weha danîye: Walî dê ereb be, lê divê erebê xelkê Mûsilê be. Cîgirê walîyî dê kurd be. Divê du alîkar hebin, yek ji wan dê ji fileyan be û yê din dê ji tirkmenan be. Ev meclîs ji 36 endaman pêk hatiye û ev meclis dê heta hilbijartinên giþtî, Wîlayeta Mûsilê bi rê ve bibe. Me li hemû qeza û nehîyeyan, qeymeqam û birêvebirên nehîyeyan danîne. Ew cîhê ko kurd lê pir in, me qeymeqam, an birêvebirên kurd danîne. Bo nimûne; qeymeqamê Þengalê kurd e, yê Þêxan û Mexmûrê jî. Li deverên ko file di piranîyê de ne, file qeymeqam in, bo nimûne; Tilkef û Qereqoþ. Li sê deveran jî ereb hene. Li Tilafer, Beac û Hederê Di wîlayeta Mûsilê de,tu tirkmenê ko qeymeqam, an jî birêvebirê nehîyeyekê nîne. Ji ber ko ew li tu deveran ne di piranîyê de ne. Me di sala 2003yan de, 144 dibistan vekirin û em hêvîdar in ko em ê îsal jî bi dehan dibistanan vekin.
Tê îdîakirin ko di raya giþtî de, pirsa Kerkûkê ji ya Mûsilê bêtir tê minaqeþekirin. Loma jî rexneyek di vî warî de heye ko dibêje “berpirsîyarên kurdan di ware pirsa Mûsilê de zêde ne çalak in, an jî bi qasî pirsa Kerkûkê, giringîyê nadin pirsa Mûsilê û herweha di vî warî de agahdarîyên berfireh jî nadin gelê kurd.” Li gora te, ev rast e an na û heger rast be, sedema vê yekê çi ye? Wekî din jî li wîlayeta Mûsilê ji bo nehêlana encamên sîyaseta erebîzekirinê û vegera kurdên derxistî, heta niha çi hatine kirin ?
Xusro Goran: Rexneya ko dibêje “berpirsîyarên kurdan di ware pirsa Mûsilê de zêde ne çalak in, an jî bi qasî pirsa Kerkûkê, giringîyê nadin pirsa Mûsilê”, ne rast e. Ji ber ko rastîya Mûsilê ji ya Kerkûkê gelek guhartî ye. Yek jê ev e ko Wîlayeta Kerkûkê ya îroj nagîhêje ji sisêyan yekê ( 1/3 ) Wîlayeta Mûsilê. Lê çima Kerkûk bêtir tê minaqeþekirin? Bi bawerîya min du sedemên wê hene: Yek; li Kerkûkê nisbeta kurdan bêtir e, ya duduyan jî pirsa petrolê ye. Em dibêjin ko bajarê Kerkûkê Kurdistan e, lê me tu caran negotiye ko bajarê Mûsilê Kurdistan e. Lê em dibêjin ko sînorê Kurdistanê heta nav bajarê Mûsilê tê. Ava Dîcleyê di nava Mûsilê re derbas dibe. Li rojavayê avê ereb di piranîyê de ne, lê li rojhilatê avê piranî kurd in. Gava em behsa mafê kurdan dikin, em dibêjin ko kurd li kîjan deverê di piranîyê de bin, dive ew dever têkeve nav sînorê Kurdistanê. Hikûmeta Baas dixwast kurdan ji Kerkûkê û Mûsilê bi dûr bixîne. Yek ji wan sedeman, giringîya herdu bajaran bû û ya din jî petrol bû. Ji ber vê yekê, Baasê sîyaseta erebîzekirina van wîlayetan li dijî kurdan bi kar anî. Bo nimûne, rejîmê nedihiþt ko kurd xanîyan li van herdu bajaran bikirin, da kurd tu carî nebin piranî. Herweha wan kurd ji wan gund û bajarên piçûk derxistin û ereb anîn wan deveran û xistin þûna wan. Lê piþtî prosesa azadkirina Iraqê, ew erebên teze hatibûn anîn, tev de revîyan. Kurd hemû vegerîyan ser axa xwe, gundên xwe. Niha kurd vegerîyane wan gundên xwe yên ko li qezayên mina Tilafer, Þêxan, Tilkêf, Mexmûr, Þengalê ne. Me bi vî awayî nîþan daye ko bê em di warê nehêlana encamên sîyaseta erebîzekirinê de çi qasî biryardar in. Çend gund bi tenê li qezaya Þengalê mane ko hê problemên wan çareser nebûne. Lê em hêvîdar in ko em ê wan jî di demeke nêzîk de çareser bikin. Ev jî nîþan dide ko berpirsîyarên kurdan giringîyeke mezin didin pirsa Mûsilê. Lê rexneya di warê nedana agahdarîyên berfireh de, dikare di cîh de be. Em giringîyeke mezin didin hizra raya giþtî û guh didin gelek alîyên civakê. Û wekî din jî kêfa min ji rexneyên ko kêmanîyên me nîþan didin re tê. Ya rastî, em agahdarîyan belav dikin, lê dibe ko ne bi qasî ko tên xwastin bin. Em ê hewil bidin ko kêmanîyên xwe yên di vî warî de nehêlin.
Kurd li Mûsilê çareserîyeke çawa dixwazin û herweha doza statuyeke çawa dikin ?
Xusro Goran: Em dixwazin her devera ko piranîya wê kurd be, têkeve nav sînorên Kurdistanê û bibe beþekî Dewleta Kurdistanê ya federal. Em li pirsa Mûsilê jî bi vê perspektîfê dinerin.
Ev perspektîf ya PDKyê bi tenê ye, an jî encama konsensusa kurdan ya li ser vê pirsê ye ?
Xusro Goran: Ev nerîna neteweyê kurd e û hemû hêzên kurdan li ser vê yekê li hevdu kiriye. Ev ne sîyaseta PDKyê bi tenê ye, ya hemû miletê kurd e.
Li Mûsilê jî kirinên terorîstan berdewam in. Ev bêtir ji kîjan deveran tê ? Xetera ji bo te çawa ye ?
Xusro Goran: Gelek hene ko li Mûsilê ji vê rewþa nuh hez nakin; bermayeyên baasîyan, erebên ko ji gundên kurdan derketine, îslamîyên fanatik û rêxistinên mina El Qaîde û Ensar el Îslam. Li derveyî Iraqê jî gelek cîhetên din hene ko hez nakin ko Iraq aram be, azad be, demokratîk be û federal be. Loma jî ew dixwazin vê doze rawestîne, fitneyan di navbera kurd û ereb þîî û sunîyan de derxîne. Heta niha, bi dehan xelkên rewþenbîr û mamosteyên zanîngehê û berpirsîyarên sîyasî û îdarî hatine kuþtin. Karê terorîstî berdewam e û em hemû hedefên wan in. Heta niha du caran qesda kuþtina min hatiye kirin. Hûn pê dizanin ko walîyê berê jî di 14ê Tîrmeha 2004an de hat kuþtin.
Spas ji bo bersivên te. Ez bawer dikim ko ev bersivên te, ji bo kurdên li her devereke cîhanê dijîn, pirsa Mûsilê rohnîtir dikin. Ji xwe, ji bo kurdên Swêdê jî tu dê li ser pirsa Mûsilê û rewþa wê ya sîyasî, di 12.09.2004an de (roja yekþemê) saet di 15.30-18.30yî de, li Kista Träffê semînerekê bidî. Loma jî heçî xwendevanên me yên li Swêdê ne û hin pirsên din meraq dikin, dikarin bên semînera te û pirsên xwe rasterast ji cenabê te jî bikin.
Xusro Goran: Ez jî ji bo van pirsên te spas dikim ko te fersend da min, da ez li ser pirsa Mûsilê bîr û bawerîyên xwe pêþkêþî xwendevanên we bikim. Û ez herweha dîyar dikim ko ez ê di semînera roja yekþemê de, ji bo bersiva her cure pirsên we amade bim.
* Berdereþ nehîyeyeke wîlayeta Mûsilê ye. 34 kîlometreyan ji bajarê Mûsilê dûr e.
Mistefa Aydogan
http://www.kerkuk-kurdistan.com
|