Kongra Gel, Faîq (Xalid Sofî) bi îþkencekirinê kuþt

Wext: Monday, 06.September. @ 00:00:00 CEST

Mijar:

» Navenda Nûçeyên Avesta: — Li gora daxuyaniyeke berpirsiyarê berê yê PKK yê Ewropa Kanî Yilmaz, Kongra Gel , piþtî îþkencekirinekê Xalid Sofî ku di nava PKK de bi navê Faîq dihate naskirin kuþtiye.

Heya niha di derbarê vê yekê de tu daxuyaniyeke fermî ji aliyê Kongra Gel ve nehatiye derxistin.

Kesekî ku ligel Xalid Sofî (Faîq) di zindana Kongra Gel de bû ye, diyar dike ku Faîq piþtî îþkencekirineke dijwar hate kuþtin.


Faîq ( Xalid Sofî ) Kî bû ?

"Ew yek ji wan kesan bû, yên ku di destpêka 80. de ji Kurdên Suriyê tevlî PKK bûbûn.

Wî li zanîngeha Þamê fakulteya Hunerên Ciwan qedandibû û demekê berpirsiyarê Kovara Dengê Kurdistan bû ku li Suriyê bi zimanê erebî derdiket... Her wiha wî di nava gerîla de gelek berpirsiyariyên bilind girtibû û ji aliyê hevalên xwe ve dihate hezkirin...

Faîq, di salên 90. de li Ewropa demekê berpirsiyarê Yekîtiya Rewþenbîrên Welatparêzên Kurdistan (YRWK) bû, û meþa rewþenbîran ya navdar ya ku di navbera Bonn-Brukselê de pêk hatibû, di bin berpirsiyariya wî de bû.

Faîq ji Dêrîka Hemko bû, ji malbateke welatparêz bû, gelek þehîdên weke birayê wî Emîn Sofî û Îsmaîl, dabûn.



Navenda Nûçeyên Avesta

http://www.avestakurd.ne










Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo ev nûçe navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=News&file=article&sid=5315