MÛSIL, 05 / 09 / 2004 — Tirimbêleka bimbarkirî nêzîkî akademiya polîsan li Kerkûkê hat teqandin. Di encama teqînê de 20 kes hatin kuþtin û 36 birîndar bûn. Li Teleheferê eskerên emerîkî xwestin li teroristan bigerin û þer derket. Di encama þerî de agirî girt helîkoptereka emerîkî û helîkopter mecbûr ma dane erdê. Li dorê helîkopterê þer çêbû. Du eskerên di helîkopterê de birîndar bûn. Eskerên emerîkî arîkarî xwestin û balafireka emerîkî cihê þerî bimba kir. Di encama bimbakirinê de 9 kes hatin kuþtin û 60 kes birîndar bûn. Birîna 20 kesan ji birîndaran giran e.
Çaxê li Kerkûkê tirimbêl teqiyayî xwndevanên akademiyê dersa xwe xelas kiribûn û dê biçûna malên xwe. Têt texmîn kirin ko teqandina li Kerkûkê întîxarî bû. Kesekê tirimbêl dajot û xwe bi tirimblê ve teqand. Lê piþtî teqandina tirimbêlê bimbayeka dî ya ji dûr kontrolkirî li heman cihî hat teqandin.
Tirk, rejîmên Îran û Sûriyeyê dixwazin bêistiqrariyê bixin Kerkûkê. Teroristan ji derve rêdikin Kerkûkê. Dixwazin Kerkûkê jî mîna Feluce û cihên dî lê bikin. Lê kurd nahêlin terorist bigihên armanca xwe. Li Kerkûkê teqîn dibin, teror dibe lê bêistiqrarî peyda nabe.
Telehfer cihekî dî yê rê û kûnca teroristan e. Li gor nûçeyên BBC-yê emerîkî dibêjin Telehfer bûye ”germe cihê dijberên Iraqê”. Teroristên ji dewletên cîran tên baþûrê Kurdistanê xwe li Telehferê diveþêrin. Ji Telehferê diçin cihên dî qebaheta dikin.
Hindek hêzên dewleta tirkan dixwazin tirkmenan li dijî îdareya Kurdistanê, hikûmeta Iraqê û Hêzên Hevpeyman bêxin þerî. Tirk bi xwe aþkere naçin þerî lê bi wasiteya ajan û pêgirtiyên xwe terorê dikin. Serokê dezgeha herî mezin ya lêkolînên stratejî (ASAM) ya tirkan Umit Ozdagî çendîn caran nivîsand û got gerek tirkmen terorê bikin, þerî bikin. Ew dibêje her çenda dewleta tirkan aþkere arîkariya tirkmenan neke jî gerek tirkmen þerî bikin.
Medyaya tirkan bûyera li Tilehferê mîna þerekî di navbera emerîkî û tirkmenan de dinivîsîne. Li gor nûçeyên televizyona tirkan NTV-ê hindek tirkmenan ji Telehferê bar kiriye û þer dewam dike. Li gor NTV-ê tenê çekdarên tirkmen di bajarî de mane.
KK-Nûçe
http://www.kerkuk-kurdistan.com