ENQERE, 04 / 09 / 2004 — Wezîrê derve yê tirkan Abdullah Gulî înkara pêwendiyên hatina serokê Rûsyayê ya Tirkiyeyê û bûyera li Osetyayê ne kir. Rojnamevanan ji Abdullah Gulî pirsa îdiaya ko egera bûyera terorê ya li Osetyayê rêlêgirtina hatina Vladimir Putînî ya Tirkiyeyê be kirin. Abdullah Gulî pêwendî înkar nekir. Dewleta tirkan destekê dide teroristên çeçenî. Tirk li tevaya Kafkasyayê û Orta Asyayê aktîf kar dikin. Hindek hêzên dewleta tirkan ji pêwendiyên rûsan û tirkan ne razî ne. Þik têt kirin ko destê dewleta tirkan bi terzekê di bûyerê de heye.
Li gor nûçeyên rojnameya tirkî, Yeni Þafakê, rojnamevanan pirsa îdiaya hebûna pêwendîyê di navbera hatina Vladimir Putinî ya Tirkiyeyê û bûyera Osetyayê ji Abdullah Gulî kir. Abdullah Gulî got:
— Nizanim lê rastiyek heye ko demek dirêj e Rûsya rû bi rûyê bûyerên terorê yên wiha dibe. Ji ber hindê nizanim dê çiqasî rast be ko mirov tenê bi ziyaretê ve girê bide. Lê nizanim.
Serokê Rûsyayê Vladimir Putin dê di 02-09-2004-ê de hatiba Tirkiyeyê. Lê rojekê berî destpêka sefera wî gurubeka terorist li ser didbistaneka li Osetyayê de girtin û zêdetir ji 1500 kesî rehîne girtin. Piraniya kesên rehîne zarokên dibistanê û mamosteyên wê bûn. Li gor nûçeyên medyaya cîhanî hêzên eskerî yên rûsan êrîþî dibistanê kirin û gelek ji teroristan hatin kuþtin û 250 kesên rehîne jî hatin kuþtin.
Ev bûyer bû egera ko Vladimir Putin sefera xwe bi þemirîne. Ne diyar e ko dê Valdimir Putin bêt Tirkiyeyê yan ne.
Tirk terora çeçenistanê li dijî rûsan bi kar tînin û dixwazin teora li Kafkasyayê bifiroþin rûsan. Hesabê tirkan ew bû ko dê Emerîka li dijî rûsan piþta wan bigire. Lê projeya Emerîkayê ya Rojhelata Navîn siyaseta tirkan pûç kir.
Tirk niho dixwazin bi rûsan re li dijî Emerîkayê hevkariyê bikin. Lê hêzeka xurt ji nav tirkan dev ji Kafkasya û Orta Asyayê bernadeye. Ew bawer dikin ko dê bi desteka terorê û bi tehdîda desteka mixalefeta li dijî rûsan bikarin hindek daxwazên xwe bi rûsan bidin qebûl kirin. Ew bawer dikin dê nêzîkbûna tirkan û rûsan Emerîkayê mecbûr bike ko Emerîka zêdetir giringiyê bide tirkan.
Tirk destekê didin terora li Rojhelata Navîn. Baregahên perwerdekirina teroristên El-Qaideyê li Tirkiyeyê hene. Pêwendiyên dewleta tirkan û terora li baþûrê Kurdistanê, li Iraqê hatiye îsbat kirin lê dewleta tirkan mîna dewleteka terorist ne hatiye destnîþan kirin.
KK-Nûçe
http://www.kerkuk-kurdistan.com