» STOCKHOLM, 02 / 09 / 2004 — Raya giþtî weha bawer dike ko pirsa Kerkûkê bi her awayî tê minaqeþekirin û di warê pirsa Mûsilê de jî bêdengîyek heye. Lê berpirsîyarên Kurdistanê vê yekê weke þaþtêgîhiþtinekê didin dîyarkirin. Li gora agahdarîyên ko ji Kurdistanê gîhiþtin Kerkûk-Kurdistanê, berpirsîyarên Kurdistanê bi her awayî giringîyê didin pirsa Mûsilê û hewil didin ko ji bo vê pirsê jî asta têgîhiþtinê bilind bikin û rêyeke çareserkirinê peyda bikin. Nûnerê Hikûmeta Kurdistanê yê Welatê Bakur Taha Berwarî ragîhand Kerkûk-Kurdistanê ko cîgirê walîyê Mûsilê Xusro Goran bi vê mebestê hatiye Swêdê.
Taha Berwarî dîyar kir ko kurd dê di vî warî de, di demên pêþ de xebateke pirhêltir bidomîne. Li gora ragîhandina nûnerê Hikûmeta Kurdistanê taha Berwarî, cîgirê walîyê Mûsilê Xusro Goran hefteya çûyî hatiye Swêdê û niha li Stockholmê ye.
Taha Berwarî herweha got ko Nûnerîya Hikûmeta Kurdistanê ya Welatên Bakur dê ji bo Xusro Goranî semînerekê amade bike. Di wê semînerê de, dê bêtir li ser pirsa Mûsilê bête rawestandin û agahdarîyên berfirehtir bên dayin.
Agahdarîya ji bo semînera cîgirê walîyê Mûsilê Xusro Goranî ji alîyê Nûnerîya Hikûmeta Kurdistanê ya Welatên Bakur ve li kurdên rûniþtevanên Swêdê hatiye belavkirin. Li gora vê agahdarîyê, semînera li ser pirsa Mûsilê û rewþa wê ya sîyasî dê di 12.09.2004 an de, saet 15.30-18.30 yî de, li Kista Träff ê bête dayin.
KK-Nûçe
http://www.kerkuk-kurdistan.com/