Zalmay Xelîlzad hat Kurdistanê – civîna opozîsyonê sibe dest pê dike

Wext: Thursday, 27.February. @ 00:00:00 CET

Mijar:

KK-Nûçe


» Zalmay Xelîlzad û Mesûd Barzanî

HEWLÊR 25/2 2003 — Piþtî libendêmabûneke ko sê rojan domand, nûnerê taybetî yê serokê Emerîkayê George Bush yê civîna opozîsyona Îraqê Zalmay Xelîlzad îro hate Kurdistanê û li Zaxo berpirsiyarên mezin yên Partiya Demokrat ya Kurdistanê û hikûmeta Kurdistanê li pêþiya wî bûn û êvarê jî di nava tedbîrên xurt yên ewlekariyê de gihiþte bajarkê Selahedînê û serokê PDKê Mesûd Barzanî û sekreterê giþtî yê YNKê Celal Talebanî û serokê INCê Ehmed Çelebî û gelek kesatiyên din yên serokatiya opozîsyona Îraqê pêþwazî li wî kir.
Xelîlzad divêbû sê rojan berê bihata baþûrê Kurdistanê lê belê van sê rojan bi neçarî li Amedê mabû. Weke ko jêderekê haydar bi taybetî ji bo Kerkûk Kurdistan e diyar kir, Xelîlzad heyama sê rojên derbasbûyî bi behaneyên cida yên tirkan neçar mabû li Amedê bimîne. Di van sê rojan de tirkan gelek hewl daye ko Xelîlzad yekcarî dev ji hizra hatina baþûrê Kurdistanê berde û beþdarî civînê nebe.

Wekî din piþtî ko tirkan nikaribû baweriya Xelîlzad bînin, vêca lê xebitîne ko hinek sîxurên xwe yên MITê pê re biþînin Kurdistanê, lê belê dîsa di wê de jî bi ser neketine, ji bilî van tevan tirkan hewl daye ko bi kêmanî ew çend kesên emerîkî yên pê re bûn neçin baþûrê Kurdistanê, lê dîsa jî nikaribûn bandorekê lê bikin û tev jî pê re hatin.

Di wan sê rojan de tirkan þîkayet li Partiya Demokrat ya Kurdistanê kiriye ko rê nade hinek rojnamevanên tirk têkevin baþûrê Kurdistanê û nûçeyên li ser civîna opozîsyona Îraqê û rewþa herêmê amade bikin, lê belê Kerkûk Kurdistan e ji hinek jêderên taybet zaniye ko ti rêgirtina li ber rojnamevanan tine ye, tenê tiþtek heye ko tirk dixwazin hinek sîxurên MITê di kincên rojnamevanan de biþîne Kurdistanê û haya PDKê û hikûmeta Kurdistanê jî ji vê yekê çêbûye, lewra ew jî rê nadin ko ew çend kes têkevin Kurdistanê.

Her çawa be; welê diyar e ko tirkan xwestiye bi nehatina Xelîlzad bandorekê li civîna opozîsyona Îraqê bike û weke berê jî gotibû ewê civîneke opozîsyonê li Silopiyê bide çêkirin ko tê de aliyên beþdarî civîna Selahedînê nebin, cî bigirin, lê belê dîsa ev hewla tirkiyê jî hê nezayî mir û bi gihiþtina nûnerê serokê Emerîkayê ji bo baþûrê Kurdistanê ev hewl jî têk çû.

Îro serokê Eniya Turkmenî ya Îraqê (Irak Turkmen Cephesi) Senan Qessab beþdarî civînên amadekariyê yên civîna giþtî ya sibe bû, lê belê her ji deriyê derve yê hola civînê û heta ko derketiye jî gelek xwe tenê û bêkes hîs kiriye û pê hesiyaye ko beþdarên civînê yên ji hemû aliyan zêde rûyê xwe nadinê. Ev rewþa hanê ya Qessab heman rewþa wî ya kongreya opozîsyona Londonê ye ko li wê derê jî ti kesî bi germî xêrhatina wî nedikir û weke ko ji beþdarên kongreyê hatiye zanîn tenê di dema rastên rûniþtinan de jî kesekî ko pê re bidaba û bistanda li dor xwe ne didît.







Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo ev nûçe navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=News&file=article&sid=105