Tankên tirkan nikarin azadiya me ji me bistînin

Wext: Thursday, 27.February. @ 18:40:37 CET

Mijar:

SEBAH ETROÞÎ

DIHOK, 26/2 2003 — Li Dihokê 273 nivîskar, rewþenbîr, rojnameger, hinermend û mamostayên zankoyê daxuyaniyeka nerazîbûnê li hemberî tehdîd û niyetên Tirkiyeyê yên dagirkirina Kurdistanê îmza kirine. Lîsteya navên her 273 kesan di beþa kurdî ya bi alfabeya erebî de heye. Ev jî teksta daxuyaniya wan e.
Beyannameya xwenerazîkirinê

Gelê Kurdistanê bi renc û xebata xwe ya berdewam bi harîkariya hevalên xêrxwaz li cîhanê piþtî serhildana pîroza bihara 1991-ê þiyaye bi serferazî li ser xaka xwe bijît, bi taybetî piþtî dewletên hevpeyman, nexasme Emrîka, Brîtaniya, Ferensa û yên dî, devera tena (devera bê firrîna balefirrên rijêma Bexda) li sala 1991-ê bo xelkê Kurdistanê dabîn kirîn.

Milletê Kurdistanê þiyaye azad û serbilind bijît, dûr ji zoriya rijêma dîktatoriya Bexda, û þiyaye ezmûneka dîmokratî li deverê peyda biket, demê þiyay helbijartinên perlemanî li 1992 -ê encam bidet û hikûmeta herêma Kurdistanê damezirînît… Milletê Kurdistanê bi netewe û ayînên xwe ve þiyayne derbirînê ji hizir û bîr û boçûnên xo bi rengek azad biken. Ev werar û pêþkevtina herêma Kurdistanê ji hemî aliyan bi xwe ve dîtî bi þehdekiya dost û neyaran tiþtekê kêmwêne bûye, û gelek pispor û aliyan pêþniyaz kiriye ko ev ezmûna dîmokratî bibite nimûne bo hemî Îraqa paþerojê, lê mixabin li demê Emrîka û gelek dewletên dîtir divên xelkê Îraqê ji destê rijêma dîktator li Bexda rizgar biken û mafên hemî texe û neteweyan li Îraqa nû biparêz.

Dewleta Turkiya bê rêzigirtin li hizr û boçûn û mafên xelkê Kurdistanê û dûr ji her rewiþtek þaristanî, divêt devera me ya tena vegirit û evê azadiya bi renc û xebata salan bi destvehatî têk bidet, û xwe bikete malxwê malê.

Em nivîser, rojnamenivîs, mamostayên zankoyê, rewþenbîr, hunermend, sendîka û rêkxiraw û komelên pîþeyî û cemawerî li Dihokê, dijî maytêkirin û gefên Turkiya ne û dengê xwe bilind dikeyn bo heweyên hêja û raya giþtî ya cîhanî ko dijî evê helwesta Turkiya ya nerewa rawestin û harîkar bin ji bo parastina mafên milletê Kurdistanê yê aþtîxwaz ji her desttêwerdaneka dewletên eqlîmî.

Tankên supayê Turkiya neþên azadiya mirovan li welatê me têk biden.

Dihok
26/2 2003







Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo ev nûçe navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=News&file=article&sid=100