Serok ū tźkožerźn serīhildana 1925-an di dilź kurdan de dijīn…
di Monday, 29.June. @ 00:00:00 CEST
Gelź Kurd, di Īmperatoriya Osmanī de xwediyź statuyeke siyasī bū. Dema ku Īmperatoriya Osmanī di Žerź Cīhanī yź 2-emīn de wenda kir ū bi peymana Mondrosź biryara ležker belavkirinź hat dayīn, bi Peymana Sevrź jī avakirina Kurdistanź ū Ermenīstanź bū biryar. Hezar mixabin bi Peymana Lozanź, Peymana Sevrź ji holź rabū ū Gelź kurd bź statu bū.
Her ēiqas di avakirina Komara Tirkiyeyź de berpirsiyarźn dewletź pižtgiriya berpirsiyarźn gelź kurd girtibūn ū soz dabūn ku statuya Kurdistanź jinūve tespīt bikin...
ū mafźn gelź kurd nas bikin jī, pižtī ku Komara Tirkiyeyź xwe xurt dīt ū alīkariya hźzźn navneteweyī ū bi taybetī jī pižtgiriya rojava ū īngilīzan, Rusya ya Bolžewīk girt, hebūna neteweya kurd īnkar kir.
Ji bona ku biryar hatibū dayīn ku dewleteke milī ū unīter ava bibe, neteweya tirk jī tekamūl nekiribū ū diviya bū ku neteweya tirk ava bibe, biryar hat girtin ku neteweya kurd bibe tirk; ji bona vź jī siyaseta asīmīlasyonź hat pejirandin.
Ev helwest ū siyaseta Komara Tirkiyeyź ji aliyź berpirsiyarźn kurdan de nehat pejirandin. Ji bona vź berpirsiyarźn Kurdan dest pź kirin ku rźxistinźn Kurdistanī ava bikin. Tź zanīn ku di destpźka sedsala 20-an de li Stenbolź gelek rźxistinźn Kurdistanī ava bibūn ū ew rźxistinan vekirī ū legal būn. Lź pižtī demekź īttīhad-terakīciyan ev rźxistinan qedexe kirin ū mifte li deriyź wan xistin.
Pižtī ku Komara Tirkiyeyź ava bū, rźxistina bi navūdeng ya ku ava būyī Komīteya īstīklalź ya Kurdistanź (Azadī) bū. Serokź Rźxistina Azadiyź Xalid Begź Cibriyī bū ū bi xwe di orduya Komara Tirkiyeyź de mīralay bū. Komara Tirkiyeyź demeke dirźj derbas nebū xebata Rźxistina Azadiyź tespīt kir ū serokźn wź Xalid Beg ū Yisuf Ziya Begź Betlisī derdest kirin ū li Bedlīsź hepis kirin. Xalid Beg ū Yisuf Ziya Beg bi lezūbez hatin mehkeme kirin ū hatin īdam kirin. Ev yekź pźžiya rźxistinībūnź girt ū dīsa bū sedem ku beriya wextźž, zivistanź, di 13-ź Sibata 1925-an de encama provokasyoneke ležkerźn tirk, serīhildana milī li Pīranź dest pź bike ū li Kurdistanź belav bibe ū hźzźn kurd gelek desthilatdariyźn bajaran bixin destź xwe.
Di 4-ź Adara 1925-an de Zagona Takrīrī Sukūnź hat pejirandin ū pižtī vź zagonź Dadgehźn Īstīklalź yź Žerqź ava būn.
Hezar mixabin pižtī źrīža hźzźn dewletź. serokź tevgerź Žźx Seīd Efendiyź Pīranź li ser pir a Wertoyź encama planeke qirźj hat girtin.
Serokź Komeleya Tealī ya Kurd Seyīd Evdilkadir ū 12 hevalźn wī jī li Stenbolź hatin girtin ū li Amedź dadgeh būn ū di 27-ź Gulana 1925-an de hatin īdam kirin. Žźx Seīd Efendī ū 47 hevalźn xwe, ku piraniya van serokźn olī žźx būn, di Dadgeha Īstīklalź ya Žerqź de hatin mehkeme kirin ū bi lezūbez di derheqź wan de ji derveyī hiqūqź biryara daleqandinź hat dayīn. Li hemberī biryarź ītīraz jī nehat pejirandin ū Žźx Seīd Efendī ū hevalźn xwe di 28-ź Hezīrana 1925-an de li Amedź li ber Mizgefta Mezin (Ulu Camiyź) hatin daleqandin ū ew ketin nav žehīdźn Kurdistanź.
*****
Serīhildana milī ya kurd bi zor ū terora dewletź hat žikandin. Li Kurdistanź qetlīameke mezin pźk hat ū bi deh hezaran kes, jin ū mźr, hatin kužtin ū hatin qirqirin. Serok ū tźkožerźn tevgerź bi tevayī hatin kužtin ū hatin ceza kirin. Gund, bajerok, bajar hatin žewitandin, bi hezaran kes girźdayī Zagona Takrīrī Sukūnź hatin sirgun kirin. Karbidestźn Kurdistanź hatin žikandin, ji siyasetź hatin bi dūr xistin. Asīmīlekirina gelź kurd bi mekanīzmayźn nū ū xurt hat mežandin.
Desthilatdariya Kemalīst serīhildana milī ya kurd kir sedem, hemū pźžveēūn ū mixalefeta demokratīk ji holź rakir. Dema ku serīhildana milī ya kurd dest pź kir, li Tirkiyeyź ji derveyī partiya dewletź CHPź, Firqeya Komarī ya Terakkīperwerī hatibū damezirandin. Desthilatdariya Kemalīst, ev partiya ji bona desthilatdariya xwe ya otorīter ū totalīter xeter didīt. Dema ku serīhildana milī ya kurd dest pź kir, desthilatdariya Kemalīst derfet dīt ku vź partiyź tewanbar bike. Karbidestiya Kemalīst īddia kir ku Firqeya Komarī ya Terakkīperwerī jī bi awayekī daxīlż serīhildanź būye ū ji serīhildanź re būye alīkar. Ev jī bū sedem ku partī bź qedexe kirin ū mifte li deriyź wź bikeve.
Desthilatdariya Kemalīst serīhildana milī ya Kurd ji bona jiholźrakirina mixelafeta ēep ū sosyalīst jī kir sedem. Karbidestźn Kemalīst him li Kurdistanź ū him jī Li rojavayź Tirkiyeyź zilum ū zordariya xwe bi plān ū bi sīstem mežand.
*****
Desthilatdariya Kemalīst, tevgera milī ya sala 1925-an, ji bona ku him xwediyź ruhź milī ū him jī xwediyź ruhź olī bū, ji vź tevgerź gelek tirsiya. Komara Tirkiyeyź pižtī serīhildana milī ya sala 1925-an, xwe jinūve ava kir. Li Hemberī mixalefeta kurd ya milī tedbżrźn gelek xurt ū xeter girtin. Ji bona ku civata kurd ū desthilatdarźn kurd teslīm bigre, projeyźn gelek qirźj xist jīyanź. Li ser ew malbat ū ežīret, žźx ū begźn beždarī serīhildanź būne, projeyźn taybetī mežandin. Ev pźvajoya di sala 1938-an de pižtī žikestina serīhildana milī ya Dersīmź, karbidestźn kurd bi tevayī teslīm girt, ji bona ku li Kurdistanź burjuwaziya milī ava nebe ū pźž nekeve siyaset mežand.
Wek tź zanīn, dewletźn milī bi pźžketina kapītalīzmź derketine qada dīrokź. Desthilatdariya Kemalīst ji bona ku ev yeka dizanī, ji bona ku li Kurdistanź kapītalżzm pźž nekeve planźn taybetī mežand, bi sinīf ū tebeqeyźn edetī yźn dema feodalī re tīfaq pźk anī ū jiyana wan dirźj kir.
*****
Komara Tirkiyeyź, ji bona tevgera milī ya kurd ya sala 1925-an bižīkine ū ne rewa īlan bike, żddia kir ku ev serīhildana ji aliyź Īngiltereyź de hatiye oraganīze kirin. Ev īdia ne rast bū ū heta nūha jī ji bona vź tu belgeyek nehatiyź diyar kirin. Lewra wź demź Īngīltereyź li hemberī Rusya ya Bolžewīkan pižtgiriya M. Kemal ū hevalźn wan dikir ū Komara Tirkiyeyź jī projeya wan bū.
Li aliyź din jī baž tź zanīn ku serokatiya tevgera 1925-an ji aliyź teknikī de xwediyź derfet nebū, ku bi Īngiltereyź re danūstan bike.. Serokatiya tevgerź xwestiyź ku bi Yekītīya Sovyetan re danūstandin bike ū ji bona vź ji Lenīn re nameyek jī hatiye nivīsandin, hezar mixabin Lenīn bersīva nameyź jī nedaye.
Rastiyeke din jī heye ku, heger tevgera milī ya sala 1925-an bi Īngiltereyź ū bi dewletźn din re jī danūstandin bikira ū ji wan alīkarī bigirta, ev jī rewa ū xwezayī bū. Lewra tevgerźn milī her demź bi dewletan re ji bona berjewendiya xwe danūstandin kirine.
*****
Komara Tirkiyeyź īdia dike ku Žźx Seīd Efendī ū hevalźn wī suē kirine. Ji bona vź jī her xebateke di derbarź Tevgera 1925-an ū bīranīna wan de hatiye kirin, pesinandina tewanź pejirandine ū doz vekirine ū ceza dane. Ez jī di vź ēarēeweyź de him hatime ceza kirin ū him jī tźm dadgeh kirin.
Tižtekī ažkere heye ku ev nerīna Komara Tirkiyeyź, encama karaktera wź ya kolonyalīst ū siyaseta wź ya li dijī neteweya kurd e. Žźx Seīd ū hevalźn wī serokźn neteweya kurd in ū wan ji bona ku neteweya kurd azad bibe ū Kurdistan serbixwe bibe ū gelź kurd qasī gelźn din xwediyź maf bibe, tźkožīn mežandin ū fedekarī kirin ū canź xwe fźda kirin.
Ew di dilź neteweya kurd de dijīn. Ew ji bona Komara Tirkiyeyź sedema tirsź ne. Divź em ji wan re xwedī derkevin ū li hemberī wan vatiniyźn xwe pźk bīnin. Komara Tirkiyeyź ēawa ku dixwaze neteweya kurd ji hemū hźjayiyźn xwe dūr bixe, dixwazin ku ji serok ū tźkožerźn xwe jī dūr bixe. Divź kurd ev siyaseta qirźj ya Komara Tirkiyeyź bibīne ū nepejirīne.
Bakurź Kurdistan Amed, 28. 06. 2009
Ībrahīm Gūēlū
ibrahimguclu@gmail.com
http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg
http://www.xoybun.com/nuceimages/Parastina_Sinore_Kurdistana_Mezin_1.jpg
|