Haber Ekle: Mesûd Barzanî helwêsta Fransayê red kir
di Thursday, 30.September. @ 00:00:00 CEST
TEHRAN, 30 / 09 / 2004 — Serokê Partiya Demokrat ya Kurdistanê Mesûd Barzanî duhî li Tehranê di preskonferansekê de helwêsta Fransayê ya vexwendina terorîstên Iraqê bo konferansa nêvdewletî ya li ser Iraqê red kir û got helwêsta Fransayê destdirêjiyeka kirêt e bo karûbarên Iraqê yên nêvxweyî.
Emerîka plan dike ko li welatekê Rojhilata-nêvê konferanseka nêvneteweyî li ser rewþa Iraqê amade bike û Fransa jî dixwaze ko terorîstên mirovkujên Iraqê beþdarî wê konferansê bibin. Fransa her ji serî de li dijî þerê Iraqê bû û terorîstên Iraqê jî wekî hêzeka ”berxwedanker” dihesibîne.
( Foto : Mesûd Barzanî ) Mesûd Barzanî got ew vê helwêsta Fransayê fêm nake û got ev pêþniyara fransiyan her ji niho ve red kiriye û ew wê pêþniyarê qebûl nakin. Fransa, Îran û welatên dorûbera Iraqê li dijî Emerîkayê û desthilata Iraqê ya nû ne. Mesûd Barzanî li paytextê Îranê Tehranê jî be aþkera li dijî terorîstên ko ji Îranê destekê distînin derdikeve û dibêje ew digel wan terorîstan di konferansekê de kom nabin.
KK-Nûçe
http://www.kerkuk-kurdistan.com
|
|
| |
 |
Têkeve |
 |
|
Xwe bêpere REGISTER bike!. Bibe endamê malpera me û ji taybetîyên malperê sûd werbigire. Pêþdîtin wek dilê xwe biguherîne. Bibe xwedîyê beþek serbixwe û bikaribe bi bikarhênerin din ra baþtir ragihîne
|
|
|
 |
|