| |
Barzanî: Çênabe ko Emerîka daxwaza xwe li ser gelê Iraqê ferz bike
di Wednesday, 11.December. @ 00:00:00 CET
TEHRAN, 10/12 2002 — Serokê Partiya Demokrat ya Kurdistanê Mesûd Barzanî îro di preskonferansekê de li Tehranê got çênabe ko Emerîka daxwaza xwe li ser gelê Iraqê ferz bike. Mesûd Barzanî îro digel serokkomarê Îranê Mihemed Xatemî û wezîrê derve Kemal Xerrazî kom bû û ev çend roj e ko ew wekî mêvan li Tehranê ye û bi berpirsên bilind yên dewleta Îranê re kom dibe û minaqeşeya Kurdistanê û Iraqê dike. Di preskonferansê de Mesûd Barzanî got ew kêfxweş in ko Emerîka dixwaze Sedam Husênî ji ser desthilatê bavêje lê belê çênabe ko Washington gotina xwe li ser wan ferz bike û bibêje ka ew dê hikûmeteka çawa ava bikin. Herwiha Mesûd Barzanî got:
— Divêt Iraq wekî basekê li hemberî Îranê neyêt bi kar anîn. Ji bo xatira parastina berjewendiyên Emerîkayê nabe ko Emerîka li ti kes dî neşêwire û gotina xwe li ser gelê Iraqê ferz bike.
Li ser pirsa ka kurd baweriya xwe bi Emerîkayê tînin, Mesûd Barzanî got:
— Kê gotiye ko em baweriyê bi Emerîkayê tînin? Her kes li berjewendiyên xwe difikire û vê gavê berjewendiyên me û yên Emerîkayê nêzîkî hev in. Em ji Emerîkayê û welatên cîranên me dixwazin ko ew arîkariya miletê Iraqê bikin da miletê Iraqê bi rizaya xwe û azad li ser paşeroja xwe û hikûmeta xwe biryarê bidin.
Mesûd Barzanî got tesedifek bû ko serdana wî ya Îranê û serdana serokên opozîsyona Iraqê ket heman demê û diyar kir ko "gelek berjewendiyên mişterek yên Îranê û kurdan" hene.
Dîplomat û analîst dibêjin heger Îran nekare tesîreka mezin li ser kurdan û hêzên dî yên opozîsyona Iraqê bike jî ev hatina serokên opozîsyonê ya bo Îranê propagandeyeka pir baş bû ji Îranê re. Gelek kes bawer dikin ko piştî Iraqê dê dor bête Îranê û "atakên" wiha ji aliyê Îranê ve berpiyê Îranê bo paşerojê firehtir dike.
Kurd jî bivênevê li gor berjewendiyên xwe hereke dikin û dixwazin ji hemî aliyan ve xwe piştrast bikin. Ji ber ko pişta kurdan ji Emerîkayê jî sedêsed ne rast e ew deriyên xwe bo hevkariya digel ewropiyan û Îranê jî vekirî dihêlin.
Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî îro bo rojnameya emerîkî The Christian Science Monitor got:
— Heger Emerîkayê guhortineka esasî li Iraqê bivêt, hingê ew nikare guhê xwe nede rola me. Em naxwazin têkiliyên me digel Tirkiyeyê nexweş bin. Lê belê heger Emerîka bi awayekê cidî guhê xwe nede daxwazên me, em bawer dikin hingê dê ne mimkin be ko aramî ne niho û ne jî paşê li Iraqê çêbe.
Bush: Heger şer bibe jî nabe Tirkiye bikeve başûrê Kurdistanê
Barzanî: Çênabe ko Emerîka daxwaza xwe li ser gelê Iraqê ferz bike
Mesûd Barzanî îro digel serokkomarê Îranê Mihemed Xatemî rûnişt
Li Dihokê semîner li ser mafên mirovî
Kurdekî parlamenterekî Fînlandayê da ber kêran
Kurd li Şamê dewleta Sûriyeyê protesto dikin
Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ambasadorê Rûsyayê yê Bexdayê qebûl kir
Serokên opozîsyona Iraqê li Tehranê civiyan
Ma kurd li Tirkîyeyê temsîl dibin?
Sedam Husên daxwaza lêborînê ji Kuwêtê dike lê ji kurdan nake
Mesûd Barzanî îro bû mêvanê Parlamentoya Îranê
Ecevîtî berî mirina xwe, dîsa dijminatîya kurdan kir
Swêd ji ya xwe danakeve
Li Uppsalayê semînerek li ser başûrê Kurdistanê
Mesûd Barzanî îro têt Tehranê
Du senatorên emerîkî li Kurdistanê ne
Pirsa ko dive em niha ji tirkan bipirsin ev e: Ma hûn amade ne ko dev ji kemalîzmê berdin?
Konseya Ewlekariyê biryar da ko programa "petrol bo xwarinê" şeş mehan dirêj bike
Paul Wolfowitz: Çênabe ko Tirkiye bikeve Kurdistanê.
KK-Nûçe
|
|
| |
|
Têkeve |
|
|
Xwe bêpere REGISTER bike!. Bibe endamê malpera me û ji taybetîyên malperê sûd werbigire. Pêþdîtin wek dilê xwe biguherîne. Bibe xwedîyê beþek serbixwe û bikaribe bi bikarhênerin din ra baþtir ragihîne
|
|
|
|
|
|