Profesorê îsraîlî: Dewletekê bidin kurdan
di Monday, 09.June. @ 00:00:00 CEST
YERUSALEM (QUDS), 9/6/2003 — Profesorê îsraîlî Shlomo Avineri di rojnameya Jerusalem Postê de duhî nivîsareka balkêþ nivîsand û li ser bêîmkaniyetên demokrasiyê û bihevvehêlana axa Iraqê radiweste. Shlomo Avineri dibêje mirov nikare demokrasiyê îxracî Iraqê bike û ew tradîsyon li welatên ereban nîne. Di heman demê de ew balê dikiþîne ser wê yekê ko Iraq wekî terîtoryum ne li ser hev e û baþûrê Kurdistanê wekî yekîneyeka cografîk divêt ji Iraqê bêt veqetandin û kurd dewleteka serbixwe ava bikin.
Shlomo Avineri li Unîversîteya Hebrew ya Yerusalemê profesorê zaniyariyên siyasî ye û wî wekî profesorê mêvan li Oxfordê û Yaleyê kar kiriye. Di salên 70-yê de jî wî wekî gerînendeyê giþtî li wezareta derve ya Îsraîlê kar kiriye. Ev nivîsara Shlomo Avineri diyar dike ko li Îsraîlê hêdî-hêdî rayeka siyasî bo avakirina dewleteka kurdî çêdibe û ne dûr e di nêzîk de lobîyên cihûyan yên li seranserê cihanê piþtgiriya avakirina dewleteka kurdî ya serbixwe bikin.
Shlomo Avineri dibêje ti qudsiyeta yekparetiya axa Iraqê nîne û tenê hinek sebebên realpolîtîk yên wekî dijayetiya Tirkiyeyê ya avabûna Kurdistaneka serbixwe hene. Lê belê Shlomo Avineri dibêje piþtî þerê li dijî Iraqê qîmeta Tirkiyeyê wekî berê li ba Emerîkayê nema û çawa Îsraîl bivênevê avakirina dewleteka filistînî qebûl dike wisa jî divêt Tirkiye avabûna dewleteka kurdî ya serbixwe qebûl bike.
Shlomo Avineri di dawiya nivîsara xwe de dibêje dibe ko raya giþtî ya ereban, ko gelekê piþtgiriya avakirina dewleteka filistînî dike, li hemberî parçekirina Iraqê derkeve û bibêje ev karê siyonîstan e lê belê di eslê xwe de avabûna dewleteka kurdî dê rê ji erebên Iraqê re veke ko ew bi xwe di paþerojeka bête‘da de bijîn.
----------
Têbînî: Ingilîziya nivîsara Shlomo Avineri di beþa ingilîzî ya "Articles" de heye.
KK-Nûçe
|
|
| |
|
Têkeve |
|
|
Xwe bêpere REGISTER bike!. Bibe endamê malpera me û ji taybetîyên malperê sûd werbigire. Pêþdîtin wek dilê xwe biguherîne. Bibe xwedîyê beþek serbixwe û bikaribe bi bikarhênerin din ra baþtir ragihîne
|
|
|
|
|
Pûandanîna Nûçeyê |
|
|
Pûan Giþtî: 4 Dengdan: 1
|
|
|
|
|